Buroya Jinên MSD’ê li Serêkaniyê hat vekirin 2018-10-04 13:09:46   HESEKÊ - Rêxistina Jinan a MSD’ê li Serêkaniyê buroya xwe vekir. Di vekirinê de endama Rêxistina Jinan a MSD’ê ya Serêkaniyê Ala El-Şêx axivî û diyar kir ku heta ku Sûriyeyeke demokratîk ava bikin, dê tê bikoşin.   Rêxistina Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Serêkaniyê buroya xwe vekir. Navenda Rêxistina Jinan a MSD’ê li taxa Ronahî ya bajarê Serêkaniyê li hemberî Parka Bêrîvan hat vekirin. Endamên MSD’ê, sazî û rêxistinên Serêkaniyê tev li merasîma vekirinê bûn. Beriya merasîma vekirinê daxuyaniyek hat dayîn.   Endama Rêxistina Jinan a MSD’ê ya Serêkaniyê Ala El-Şêx daxuyanî xwend. Ala di destpêkê de xêrhatina mêvanan kir û wiha got: “Em îro li Serêkaniyê, bajarê ku biratiya gelan tê de hatiye avakirin, buroya xwe vedikin. Em bi hêvî ne ku karek baştir ji bo gelê bajêr bikin, bi taybet jî ji bo jinên bajêr.”      Ala destnîşan kir ku MSD rêxistinek e ku ji hêzên civakî, siyasî û kesên serbixwe pêk tê û wiha pê de çû: “Deriyê MSD’ê ji hemû kesên siyastmendar û rêxistinan re vekirî ye da ku bikaribin cihê xwe di parastina Sûriyeyeke demokratîk û pêkanîna pêdiviyên gelên Sûriyeyê de bigirin.”   Ala di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan îro li Serêkaniyê buroya xwe vekir da ku bikarin baştir xizmeta gel bikin û tê bikoşin heta ku bigihîjin demokrasiyê. Piştî daxuyaniyê deriyê navendê hate vekirin û şîrînî lê beşdaran hate belavkirin.