Bêrîtan Cûdî di 3'emîn salvgera xwe de hat bibîranîn 2018-10-04 11:42:29   HESEKÊ - Endama Konseya Leşkerî Bêrîtan Cûdî di 3'emîn salvegera şehadeta xwe de, ji aliyê malbat û rêhevalên xwe ve, hat bibîranîn. Di bîranîna  Berxwedêr Bêrîtan de soza şopandina riya azadiyê hat nûkirin.    Endama Konseya Leşkerî Bêrîtan Cûdî ku hember çeteyên DAÎŞ'ê li Çiyayê Kizwana berxwedaniyeke bêhempa da meşandin û di 2'ê Cotmeha 2015' an gihaşt asta şehadetê, ji aliyê malbat û rêhevalên xwe ve li Goristana Ş.Rustem Cûdî ya li Berkevirê, hat bibîranîn.   Rêhevala Bêrîtanê Zekiya Delîl got:" Bêrîtan leheng û wêrek bû. Ew ji bo azadiya tevahî jinan têkoşiya û mohra xwe li dîrokê da. Bêrîtanê di dilê me de dijî, em ê şopdara riya Bêrîtanan bin."   Jinbira Bêrîtanê Gulan Emîn jî got:" Min di kesayeta Bêrîtan de azadî û bawerî dît lewma min navê keça xwe kir Bêrîtan, da ku bikaribe di pêşerojê de xwedî li ked û têkoşîna Ş.Bêrîtan derkeve û bibe şopdarê rêya wê."   Piştî axaftinan Dayîka Berxwedêr Bêrîtan, Cewhera Nemo şêranî belav kir.