Eren Keskîn bû namzeta Serokatiya Baroya Stenbolê 2018-10-04 10:22:16   STENBOL – ODAV’ê ji bo namzetiya serokatiya Desteya Giştî ya Serokatiya Baroya Stenbolê parêzer Eren Keskîn nîşan da.    Li Baroya Stenbolê rojeva hilbijartinê didome. Wê di navbera 20-21’ê cotemhê de Baroya Stenbolê li Navenda Kongreya Halîçê hilbijartinê li dar bixe. Heta niha ji bo Serokatiya Baroya Stenbolê 10 kes bûne namzet. Koma Parêzerên Demokratîkên Azadîxwaz (ODAV) ragihand ku di hilbijartina baroyê de namzeta wan parêzer Eren Keskîn e.    ODAV’ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê namzeta Keskîn ragihand.