Kurdên Ewropayê dê li dijî komployê çalakiya li dar bixin 2018-10-03 09:25:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê wê bi pêşengiya TJK-E'yê li Bruksel û Strasboûrgê du çalakî bên lidarxistin.   Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê xwe amade dikin ku Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di salvegera 20'î de şermezar bikin.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) wê roja 9'ê Cotmehê li paytextên Yekîtiya Ewropayê li Bruksel û Strasboûrgê çalakî bên organîzekirin.   TJK-E'yê li ser çalakiyan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ew sala 20'an a Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê weke saleke girîng a têkoşînê pêşwazî dikin.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê ferzkirin, sîstemeke êşkenceyê ye li dijî mirovahiyê û hemû hêzên azadîxwaz.   TJK-E'yê bi bîr xist ku CPT yek ji hevparên sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ye û bi bêdengî û xemsariya xwe bûye hevparê vî sûcî.   Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "3 sal in têkiliya bi derve re bi temamî hatiye birîn, Rêberê me bi rengekî tirsnak hatiye tecrîdkirin û der barê tenduristî, ewlekarî û jiyana wî de ti agahî nayê girtin. Di rewşeke wiha de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku 'êşkence li Ocalan nehatiye kirin'. DMME'yê bi vê biryarê re li xwe mikur hat ku di zext û êşkenceyê de hevkarê dewleta faşîst a Tirk e.   Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd li Ewropayê, em vê biryara DMME'yê weke biryara mayindekirina tecrîdê dibînin ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye û vê hewldana ji bo 'hiqûqîkirin'a sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi tundî şermezar dikin.   Li ser vê bingehê, em bang li tevahiya gel û dostên xwe bi taybetî jî jinên Kurd dikin ku 9'ê Cotmehê roja Sêşemê li Brukselê beşdarî çalakiya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bibin ku wê li ber avahiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bê lidarxistin.   Bi şêweyê xeleka ji mirovan wê çalakiyeke din were lidarxistin û bang li CPT were kirin ji bo bi erk û wezîfeya xwe rabe. Di her du çalakiyan de wê dosya radestî mûxataban were kirin."   Hate ragihandin ku çalakiya li Brukselê wê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta NRW a Elmanyayê, bakurê Fransayê, Belçîka û Hollandayê pêk were.   Bruksel   Dem: 9'ê Cotmehê Saet: 12:00 Navnîşan: Rond Point Schuman 1040-Bruxelles   Strasboûrg   Dem: 9'ê Cotmehê Saet: 13:00 Navnîşan: Conseil de L’Europe Avenue de L’Europe/ Strasbourg