ROJEVA 3'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-03 09:00:00   *Helbest xwedî wateyek gelek girîng e û di heman demê de mijarek ku qansî mirov nikarin texmîn bikin berfireh e. Car caran tê wateya temamkirina xeyalên nîvcoyî, car caran jî tê wateya melodiyek ku ji dil diherike ser êşên bê dawî. Di wê êşê de xwedîtinek efsûnî, jiyanek ji hêviyên dilşikestî rû dide. Ger hestên te kûr, ramanên te ji dil be wekî gerek bê sînor e. Di gera bê sînor de geh tu diponijî, geh tu bi ahenga nêrînên efsûnî li asîmanên bê stûn dihejî, geh jî tu can didî. Berî ku tu can bidî hêsir û kenên te yên pîroz li dû te dimînin. JI PÊNÛSA JINAN   *Jinên Hesekê yên ku bi keda destên xwe dixebitin û debara xwe dikin dibêjin:"Xebat rihê mirovan zindî dihêle. Bila hemû jin bixebitin, rihê xwe zindî bihêlin û xwe li dijî neheqiyê biparêzin." DÎMEN HEYE   *Li Taxa Cudî ya Cizîra Şirnexê Ayşenur Geçît a 7 salî û Harun Çagli yê 4 salî di teqîna hat jiyîn de jiyana xwe ji dest dabûn û dosya wan ji demboriyê re hat hiştin. Di girteka lêkolînê ya di dosyayê de cih digire tê diyar kirin ku lêkolîna cihê bûyerê 7 meh şûnde hatiye kirin û tespîtkirina nasnameya gumanbaran ne pêkan e.   *Turkan Albayrak ku ji ber li dijî tacîzê derket û sendîkayî bû du caran ji kar hat derxistin û vê carê jî ji ber bi hinceta Lêkolîna Arşîv û Ewlehiyê ji kar hatiye derxistin têdikoşe. Turkanê wiha got: “Ez bi berxwedanê ketim kar. Ji bo em li welat bijîn divê em hemû li kolanê berxwe bidin.” DÎMEN HEYE   *Her ku krîza aborî kûr dibe, bandora xwe li mutbex û bazarê jî dike. Yên ku çend meh berê digotin em ‘îdare dikin’ êdî wê jî nabêjin û diyar dikin ku divê demildest çareseriyek bê dîtin.   *Ji aliyê DAIŞ’ê ve li Dîlokê li hember dawetekê êrîşek pêk hatibû ku 40 jê zarok 56 kesî jiyana xwe jid dest dabûn. Di dosya komkujiyê de hîna tu pêşketin tune ye û ligel vê Fadîle Halaç Cebael ya ji dosyayê dihat darizandin jî hat tahliyekirin. Yek ji parêzerê dozê Eylem Sarioglu Aslandogan wiha got: “Dadgeh hewl dide demildest dosyayê bigire. Fadîle ne tenê endama DAIŞ’ê ye, yek ji kesa ku alîkarî daye ku ev komkujî pêk bê ye.”   *Mercan Deprem ya ji eşîra Sînemîllî ye, jineke ku di seranserê jiyana xwe de îtîrazê rolên zayenda civakî kiriye ye. Mercanê got di civaka elewî de jî jin li plana dawî tê girtin û got: “Tiştên em dijîn ji civakê ne serbixwe ne. Me tiştên li me hat ferzkirin, dîtin û me xwe pêş xist.” DÎMEN HEYE   *Xizmên girtiyan bertek nîşanî pêşnûmeya efûyê ya MHP’ê aniye meclîsê da û gotin: “Efû divê di serî de ji girtiyên siyasî re bê dayîn. Wê dîsa yên xesp kirine, kaçaxî kirine, hişbir firotine bên berdan. Çawa derkevin wê heman sûcî bikin. Lê girtiyên siyasî ji ber ziman û têkoşîna azadiya xwe di hundir de ne.