Ji bo pençeşêra memikan li Qamişloyê semîner hat lidarxistin 2018-10-02 11:33:14   QAMIŞLO - Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor a Kurd ji bo balê bikşîne ser pençeşêra memikan li Qamişloyê semîner li dar xist.    Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor a Kurd ji bo balê bikşîne ser pençeşêra memikan li Qamişloyê semîner li dar xist. Bi tevlîbûna gelek jinî semîner li Taxa Kornîş a Qamişloyê hat lidarxistin. Di semînerê de bal kişandin ser pençeşêra memikan û jin hatin agahdarkirin.    Semîner ji aliyê bijîşka bi navê Melka Hesaf ve hat dayin. Semîner bi pirsan û bersivan bi dawî bû.    Her wiha dê hemleya ji bo pençeşêra memikan dê mehekê li Qamişloyê û Hesekê bidome.