Evîndara azadiyê û şopdara heqîqetê Bêrîtan 2018-10-02 11:11:12   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Şervana YPJ'ê ya evîndara azadiyê û şopdara heqîqetê Cîhan Osman (Bêrîtan Cûdî) di oxira azadiya gelê Kurd de gihaştiye asta şehadetê.    Bêrîtan Cûdî di sala 1995'an de ji dayik dibe, di sala 2011'an de dema ku zanîngehê dixwîne beşdarî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) dibe û di wekî endama konseya leşkerî di nava Yekîneyên Parastina Jinê de cihê xwe digire. Bêrîtanê şûrê têkoşînê digire destên xwe û li dijî dagirkeran berxwe dide. Ji bo parastina nirxên gelan, pirrengîniyê û aştiyê bi salan têdikoşe. Bêrîtanê di 2'ê Cotmeha 2015'an de di şerê li dijî çeteyan de li Çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest dide.    Dayika Bêrîtanê, Cewhera Nemo derbarê salvegera şehadeta Bêrîtanê de wiha got:"Ez bi şahadeta keça xwe ser bilind im. Çimkî wê ji bo azadî, aştî û wekheviyê li ber xwe da û şehîd ket. Ew xwedî taybetmendiyek mezin bû. Hemû kesî ji wê hez dikir. Di heman demê de kesayet jîr bû. Ne kîndar bû. Dil bi rehm bû. Rojekê min xwarin çêkir hat got yadê ka xwarinê ez ê ji hevalên xwe re bibin, cîhan ji biçûkaniya xwe de fedekar bû. Hevalên wê jê çi bixwesta nedigot na. Dema ku şehîd kete jî hîn rûyê wê dikeniya. Ew ji bo gelê Kurdistanê şehîd ket."   'Ew keça Kurdistanê bû'   Bavê Bêrîtanê Elî Osman derbarê şehadeta Bêrîtanê de got:"Bêrîtanê ji bo azadiya jin û gelan li berxwe da û mohra xwe li bin têkoşînek dîrokî xist. Bêrîtanê jinek gelek delalî bû. Ew keça Kurdistanê bû. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê wê li berxwe da. Em ê her dem bi têkoşîna wê serbilind bin û di rêya wê de bin. Em dev ji doza azadiya xwe bernadin û em ê rihê Bêrîtanê her dem bide jiyandin."   'Bêrîtan her di dilê me de zindî ye'   Xwişka Bêrîtanê Neda Ehmed jî wiha got:"Ji ber ku Bêrîtanê rêya azadiyê û têkoşînê hilbijart ew bû sembola azadî û têkoşînê ya ji bo Kurdistanê. Dema ku em zarok bûn pereyê ku ji bo cejnê me kom dikirin Bêrîtanê pereyên xwe jî didame. Ji ber ku jinek fedakar bû her dihat hezkirin. Ew ji bo di bin sîwana koledariyê de nejî her dem li berxwe dida. Piştî şehadeta Bêrîtanê xwişka min a biçûk çeka wê li erdê nehişt û hilgirt."   'Ew mînaka jiyanek azad û serbixwe ye'   Rêhevala Bêrîtanê Arjîn Bêrîtan jî got:"Ez pir di bin kesayeta bêrîtanê ya hêja de dimam. Ew bi sekin û rêhevaltiya xwe ya ji dil dihat hezkirin. Wê zincîra koledariyê şikand û serî netewand. Ew ê her di dilê me de bijî."   'Wê di her kêliyê de mafên jinan û gelê xwe diparast'   Birayê berxwedêr Bêrîtan, Cîhad Ehmed wiha got:"Ez û xwişka xwe em wekî du hevalan bûn. Wê di her kêliyê de mafên jinan û gelê xwe diparast. Ew bû sedema guhertinên baş. Em ê her dem wê di dilê xwe de bide jiyîn û têkoşîna azadiyê bidomînin."