ROJEVA 2'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-02 09:00:00   *Dema em li rewşa Idlibê û Sûriyeyê ya herî dawî dinêrin em dibînin ku li wir tenê pergala berjewendiyê esas tê girtin. Bi vê pergalê girêdayî jî jin û zarok ji mafên xwe yên rewa û jiyanî bêpar dimînin. Ji bo ev neheqî ji holê rabe jî divê dengekî hevpar ê navneteweyî bê bilindkirin.    *Jinên Kantona Kobanê yên ku navê Arîn Mîrkan li zarokên xwe kirine diyar kirin ku Arîn Mîrkan şopa heqîqetê ye û gotin:"Me navê Arîn Mîrkan li zarokên xwe kir ku her bijî. Ew ê wekî stêrkek geş her di dilê me û yên zarokên me de bijî." DÎMEN HEYE   * Endama Egîtîm Sen'a Nisêbînê û mamosteya polê Ceren Bîlen derbarê pergala perwerdeya tevlîhev dê  bê gûhertin û nakokiyên di pergala perwerdeyê ya li Tirkiyeyê  de axivî.  Ceren, got ku li şuna dixwazin pergala perwerdeya tevlihev biguherînin, bila pêşî zihniyeta xwe ya nijadperest û zayendperest  biguherînin. DÎMEN HEYE   *Ece Gokdag a ku li Girtîgeha Bakirkoyê dimîne ji doza ku 3 sale tê darizandin 7 sal û 5 meh ceza girt. Xwişka wê Zehra Gokdag diyar kir ku di dosyayê de tiştekî ku delîlê sûc bê hesibandin tune ye û bang li malbatên girtiyan kirin ku ew ji bo azadiya girtiyan çi ji destên wan tê bikin.   *Ji TJA’yê Edîba Bakur diyar kir ku li dijî şîdeta mêr bi amadekariyek mezin dikevin dema nû û bang li hemû jinan kir ku li dijî şîdetê ligel TJA’yê  têkoşîna rêxistinkirî bimeşînin.DÎMEN HEYE   *Seroka Şaxa Hejmara 3'emîn ya Egîtîm Sen a Stenbolê Ayfer Koçak diyar kir ku bi ‘Pergala Bicihkirina Mahalî ya Bê Ezmûn û Herêma Perwerdeyê’ 300 hezar xwendekar ji derve mane û bi vê re jî gelek dibistan kirine lîseyên pir bername û got: “Di pêvajoyek wisa de rakirina perwerdeya tevlihev jî di esasê de ji bo 300 hezar xwendekarî bersiva ‘Hûn neçûn lê dibistanên hûn ê biçin jî em ê bînin vî halî’ hatiye dayîn.”DÎMEN HEYE   *Jinan bertek nîşanê helwesta rayedaran ‘krîza aborî tune ye’ da û gotin: “Ji xwe goşt em nikarin bistînin û sebzejî gelek buha bûye. Di 2 mehan de hert tişt gelek buha bû. Girtina firingiyan jî êdî me dixe zorê.  Em niha bi zorê debara xwe dikin.” BI DÎMEN   *Rojnameger Încî Hekîmoglu diyar kir ku di rejîma nû ya AKP hewl dide ava bike de ewil jin û zarok hedef tên girtin û dixwazin ji ser  jin û zarokan vê civakê bi teşe bikin. Înciyê got: “Divê em wek muxalefet nekevin şaşiya beriya 80’yan. Divê em xwe bigihînin hemû aliyan û hemû jiberan xera bikin.” BI DÎMEN   *Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû der barê 500 endamên meclîsê de ji ber çêkirina pirê ku li ser daxwaza gel hatibû çêkirin, lêpirsîn da destpêkirin. Der barê pira ku li heman mewkiyî ku ji aliyê Îdareya Taybet a Navendê ve hatiye çêkirin de tu lêpirsîn nehat vekirin. Ligel vê pirsên trajîkomîk hatin pirsîn. DÎMEN HEYE   *Li Baxçeyên Hewselê ku hewcedariya sebze ya ne tenê Amedê ya gelek bajaran pêk tîne, hilberîna dawî ya meha payîzê tê kirin. BI DÎMEN