Cenazeyê Mukaddes Çaglar di bin dorpêça polîsan de hat definkirin 2018-10-01 16:12:04   AMED - Mukaddes Çaglar a li navçeya Licê di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin.   Mukaddes Çaglar  ku yek ji du şervanên YJA Starên ên di 29’ê tîrmehê de li çoltera navçeya Licê ya Amedê di encama bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dan e li Goristana Yenîkoya navçeya Rezana Amedê hat definkirin. Malbatê piştî teşhîsa li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîla Amedê cenaze wergirt û bir li Goristana Yenîkoyê defin kir.    Polîsan dema merasîm pêk dihat goristan dorpêç kirin û destûr nedan parlamentera HDP’a Amedê Remziye Tosun, rêveberên HDP û DBP’ê yên Amedê, aktîvîstên TJA’yê beşdarî merasîma definkirina cenaze bibin. Parlamenter Rezmziye xwest bi israr biçe tevlî merasîmê bibe lê bes polîsan dîsa destûr neda û di navbera wan de niqaş derket. Polîsan ji bilî ferdên malbatê û mele nehişt tu kes bikeve baxçeyê goristanê. Her wiha balkêş bû ku li goristanê jî cot bi cot polîs hatin bicihkirin.    Piştî veşartina cenaze  malbat û welatî ji goristanê veqetiyan. Ji bo Çaglar dê 2 roj şîn were danîn û li Antalyayê wê sersaxî bê qebûlkirin.    Li aliyê din hat zanîn ku endama HPG’ê Gonul Çelîk a ku bi Çaglar re jiyana xwe ji dest dabû jî dê li navenda Semsûrê îro bê veşartin.