Li Reqayê Meclisa Jinên Sûriyeyê hate danasîn 2018-10-01 13:46:17   REQA - Di semînera ku ji aliyê Buroya  Reqayê ve hat dayîn de Meclisa Jinan a Sûriyeyê, armanca meclisê û derbarê rola jinê ya di nava civakê de xebatên ku hatin kirin hatin vegotin.    Meclisa Jinan a Sûriyeyê, derbarê danasîna meclisê û armanca wê de li Reqayê civîn li dar xist. Di semînera ku li avahiya Meclisa Jinan a Sûriyeyê hat dayîn de ji gelek bajarên Sûryeyê jin tevli bûn.  Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Reqayê Cumane El - Alî, axivî û diyar kir ku di nava meclisa wan de ji hemû herêmên bakurê Sûrieyyê jin cih digirin û anî ziman ku di serdema dagirkirina çeteyên DAÎŞ'ê ya Reqayê de jin bi hemû cureyên zilmê re rûbirû mane.   Di hemû warên jiyanê de ew ê jin bên aktîfkirin   Cumana di berdewamiya axafitin xwe de wiha got: "Meclisa Jinan a Sûriyeyê sîwana rêxistin, yekitiya jinên Sûriyeyê û jinên serbixwe ye. Meclis hemû enerjiya jinên Sûriyeyê dike yek ji bo  ku pergaleke civakî ya demokratîk ku azadiya jinan û edaletê pêk bîne. Her wiha meclisa jinan li ser aktîfkirina rola jinan di avakirina Sûriyeya pêşerojê de jî li gorî qanûnên demokrasiyê, tev digere.   Cûmane wiha dewam kir: “Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, meclisên taybet ên jinan hatin avakirin, em ê jinan şiyar bikin û rola wan di hemû aliyên jiyanê de bidin aktîfkirin."   Semînera ku bi pirs û bersivan bi dawî bû, piraniya nîqaşan li ser aktîfkirina rola jinan bi taybet li bajarê Reqayê, ji ber ku heta niha jinên Reqayê ji sîstemên baviksalar û zîhniyeta paşverû êşê dikişînin.