'Divê hemû jin xwe birêxistin bikin' 2018-10-01 13:28:57   ŞEHBA - Di derbarê 3'emîn Konferansa Kantona Şehbayê de jinên Ereb ên Kantona Şehbayê anîn ziman ku nîqaşkirina rewşa rêxistinî ji bo civakek azad gelek girîng e û gotin:"Divê hemû jin xwe birêxistin bikin."   Di derbarê 3'emîn Konferansa Kantona Şehbayê de jinên Ereb ên Kantona Şehbayê gotin:"Ji bo jin neyên çewisandin û azad bibin divê konferansên bi vî rengî bê lidarxistin. Divê jin di her qadê xwe bi rêxistin bikin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî divê em têkoşîna xwe mezintir bikin."   Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo axivî û wiha got:"Li ser esasên fikir û felsefeya Rêber Apo me konferans li dar xist. Di vê konferansê de tiştên ku esas hat girtin xwebirêxstinkirîn û têkoşîna ji bo azadiya Serok Apo bû. Ji bo azadiya jinê û Serok Apo biryarek hevpar hat girtin. Divê di bin sîwana xebatên kolektîf de em ji bo vê yekê têkoşîna xwe mezintir bikin."   'Em ê têkoşînek hevpar li dar bixin'   Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Navçeya Fafînê Ezîze Bişar got:"Ev konferans ji bo çalakbûyin û damezrîneriya jinê û azadiya Serok Apo girîng bû. Tevî hemû zordestiyan jinê serî netewand her li ber xwe da. Li ser esasên rihekî têkoşer em ê biryarên ku di konferansê de hat dayin bînin cih. Ji bo aloziya li Sûriyeyê biqede jî em ê têkoşînek hevpar li dar bixin."   'Divê hemû jin xwe birêxistin bikin'   Endama Komîteya Jinê ya Kantona Şehbayê Îman Oso jî wiha got:"Ji bo aramî, ewlehî û aştiyek mayinde biryarên girîng di konferansê de hatin girtin. Ji bo ev biryarana têkeve meriyetê em ê xebatek kolektîf li dar bixin. Ji bo azadiya Serok Apo û  jinê em ê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin. Ji bo jin neyên çewisandin û azad bibin divê konferansên bi vî rengî bê lidarxistin. Divê jin di her qadê xwe bi rêxistin bikin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî divê em têkoşîna xwe mezintir bikin."