ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-05 09:00:00     *Jinên Kobanê derbarê şerdên koçberiyê yên dijwar û vegera koçberên li ser axa xwe de anîn ziman ku her mirov li welatê xwe bextewar e û gotin ku tu der nabe wekî axa mirov.  DÎMEN HEYE   *Yasemîn Dag a ku li rojavayê Tirkiyeyê di gelek karan de xebitiye û rastî zext û neheqiyan hatiye, her dem serî rakiriye û berxwe daye. Yasemîn a ku li dijî zextan serî rakiriye li navçeya Dêrîka Mêrdînê dest bi karê baxceyê kiriye. DÎMEN HEYE   *Li Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve û piştî qedexeyê de li şûna xaniyên hatin hilweşandin, TOKÎ hatin destpêkirin û ya balkêş ev e ku hîna li TOKÎ’yan teqîn pêk tên. DÎMEN HEYE   *Gulşen Temur ku ev 12 sale pêlavan boyax dike, ji bo kesê li hember karê wê matmayî dimînin jî wiha got: “Tiştekî ku mirov matmayî bimînin tune ye. Min got ez jî dikarim bikim û min kir. Hemû ev e.”DÎMEN HEYE   *Rojnameger Gulşen Îşerî  balkişand ser dorpêça li ser çapemeniyê û got saziyên çapemeniyê bên girtin jî, rojnameger zextan bibînin jî teqez riyên ku rastî bên vegotin wê bên dîtin. Gulşenê ya ji ber vê yekê belgefîlm kişand û pirtûk nivîsî dibêje ‘hîna hêvî heye’.   *Jinên di salên 90’î de li dijî polîtîkayên zilm û îşkenceyê berxwe dan, îro jî zarokên wan li dijî zextan berxwe didin. Necla Ozer a ku şahidiya zilma salên 90’î kiriye, kur, keç û neviyê wê niha di girtîgehê de ye.   *Endama Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Hatine Desteserkirin ku di 2015’an de hat avakirin, Makbule Altintaş  xebatên platformê nirxand û got pêvajoya din wê bi faliyetên lobiyê bidomin û got bi seferatxaneyên welatên cuda yên Parlamentoya Ewropayê re hevdîtinan dikin. DÎMEN HEYE   *Biryara doza Komkujiya Gar a Enqereyê du sal şûnde hat dayîn. Encama rûniştina dîrokî êş û hêrsa malbatan netemirand. Rastiyên pişt komkujiyê yek bi yek derkevin holê jî wê malbat dîsa li pey edeleta xwe biçin.   *Jinên ku beşdarî yekemîn Kongreya KPCD-Jin a li Qamişloyê bûn anîn ziman ku ew ê têkoşîna wan a li dijî dagirkeriyê û çewisandinê bidome û bal kişandin ser 4'emîn komkujiya Şengalê û gotin:"Bila êdî komkujî neyê jiyîn."DÎMEN HEYE