Erdê ODTU’yê ji bo 49 salan dewrî KYK’ê hat kirin 2018-10-01 09:15:49   Habîbe Eren   ENQERE-Seroka Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Candan diyar kir ku erdê ODTU’yê ji bo 49 salan dewrî KYK’ê hatiye kirin û ev jî ji ber rola wê ya pêşeng a kevneşopî û cih pêk tê. Tezcanê da zanîn ku KYK bi îdeolojiya xwe wê hawirek pevçûnê li ODTU biafirîne.   40 hezar donim erd yê di kampusa ODTU’yê de ji bo 49 salan dewrê Saziya Yurd û Krediyê ya Hîndekariya Bilind (KYK) hat kirin. Odeya Mîmaran a Enqereyê bi biryara dadgehê xwe gîhand protokola di navbera KYK û rektoriya ODTU’yê de hatiye Îmzekirin. Seroka Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Candan Karakuş der barê mijarê de axivî.   ‘Me bi riya darazê ev agahî girt’   Tezcanê bi lêv kir ku wan der barê mijarê de bi nivîsek fermî serî li rektorî û KYK’ê dane lê agahî nedane û di çarçoveya vê de serî li darazê dane û bi riya darazê agahî girtine, ji bo betalkirina protokolê jî doz vekirine.   ‘Di 2001’ê de statuya daristanê bi dest xist’   Tezcanê bi lêv kir ku daristanên ODTU’yê gelek bi nirxin û di sala 2001’ê de planên wê yên kadastroyê hatine kirin û wek ODTU 1-2 û 3 statuya daristanê hatiye dayîn. Tezcanê bi lêv kir ku bi têkoşînên beriya salên 80’ê û piştre pêvajoyên pêş ketine ODTU di alî Tirkiyeyê de bûye cihekî girîng û got: “Bi kampanya li hemberî rektor Hasan Tan hat meşandin re kevneşopiya şoreşger pêk hat. ODTU hem di alî cih de hem jî di alî kevneşopî de pêşenge. Ligel yên li ODTU dixwînin jî tê wateya ku xwedî li kevneşopiya şoreşger derdikevin. Piştî salên 2000’î şûnde texrîbatek cidî li qadê hat jiyîn. Di 2012’an de Bulvara Malazgîrt û riya li Bîlkentê hat vekirin re ODTU ket bin xetereyê. Protokola hatiye îmzekirin jî ji bo 49 salan bê berdêl dewrê KYK’ê hatiye kirin. Ew jî beramberê vê yurdê çêbikin. Wisa xuyaye ku wê hîna berdewama wê bê. Yurdên KYK’ê wê bi îdeolojiya siyasî ya hikûmetê texrîbatan çêbike.”   Tezcanê wiha dawî li axaftin axwe anî: “ODTU her hedef tê nîşandan. Sedma vê jî têkildî axa wê nîne. Têkildarî nirxên ku temsîl dike ye. Ev rewş wê potansiyalek qadek bi pevçûn bi afirîne. Dibêjin wê ji bilî xwendekarên ODTU kes li wir nemîne. Gelo ev raste? Ji xwe serokomar çêkirina wê xwestiye. Ev li telefonekê dinêre. Rektorekî li hember derkeve heye? Mixabin tune.”