‘Biryara DMME’ê di alî edalet û mafê mirovan de biryarek şaş e’ 2018-10-01 09:14:21   STENBOL - Seroka ÎHD’a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî diyar kir ku biryara DMME’ê ya derbarê Abdullah Ocalan de di alî edalet û mafê mirovan de biryarek şaş e û wiha got: “Me dipa ku biryarek li alî mafê mirovan bihata dayîn. DMME ji mafê mirovan dûr dikeve û berjewendiyên dewletan li ber çavan digire.”   Parêzeran derbarê ‘îşkence û pêkanînên nebaş’ yên derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de di sala 2010’an de serî li DMME’ê dan lê serlêdan hat redkirin. Seroka ÎHD’a Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî mijar nirxand.   Gulserenê daxuyakirin ku DMME’ê serlêdana ji bo Roboskiyê jî bi heman hincetan red kiriye û wiha pê de çû: “Mixabin DMME di demên dawî de di nav nêzîkatiyek ne hiqûqî, di nêzîkatiyek ku mafê mirovan taloq dike û dewletan dide pêş de ye. Dema ev mekanîzma jî tunebin dewlet wê rehetir li gorî xwe mijaran bidawî bikin. Mînak em îro bi tabloyek giran re rû bi rû ne.”   Gulserenê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser biryara ku derbarê Abdullah Ocalan de hatiye dayîn û ev tişt bi lêv kir: “Her tiştek li aliyekî. Tenê di alî tecrîdê de li mijarê mêzekirin û wek binpêkirin divê bihata tespîtkirin. Tenê li ser bûyerek hatiye jiyîn nirxandin kiriye. Di dema vê nirxandinê de jî îdia bi qansî hiqûqa navxweyî nirxandine. Yên din dest nedanê. Ji ber vê ev biryarek şaşe. Di rêvebirina DMME’ê de gelek mekanîk mijara gotinê ye. Beriya ku esasa mijarê bigire dest di gelek aliyan de lêkolîn hene.”   Gulserenê destnîşan kir ku serlêdana Abdullah Ocalan, serlêdanek ku di dema lêgerînekê de der barê bûyerek şîdetê de hatiye kirin û got: “Ji ber vê biryara hatiye dayîn jî bi giştî îşkenceyê rewa dike. Hinceta biryara redê li gorî min ji biryarê girîngtir e. DMME berjewendiyên dewletan dide pêş.”