Li başûrê Kurdistanê dengdayîn hat destpêkirin 2018-09-30 10:41:44   NAVENDA NÛYAN - Li 2 hezar û 175 navendên dengdanê yên başûrê Kurdistanê, dengdana ji bo hilbijartina parlamenyoyê destpê kir. Tê payîn ku hilbijartin heta saet 18:00’an bidome.   Li 2 hezar û 175 navendên dengdanê yên başûrê Kurdistanê, dengdana ji bo hilbijartina parlamenyoyê destpê kir. Hilbijartina ku saet di 008'an de dest pê kir tê payîn ku heta saet 18:00’an bidome.    Di vê hilbijartinê de 773 namzet ji bo 111 kursiyên parlamentoyê wê têbikoşin. 241 namzet jinin û 532 namzet jî mêr in. Hêjayî gotinê ye cara 5’an e ji bo parlamentoya Kurdistanê hilbijartin tê kirin. Parlamentoya başûrê Kurdistanê ji 110 kursiyan pêk tê.    Hatibû aşkerakirin ku ewê encamên hilbijartinê piştî 72 saetan bên diyarkirin.