Şanoya Bajar a Amedê bi eleqeyeke mezin dest pê kir 2018-09-30 10:29:47   AMED - Ji lîstikvan û rêveberên Şanoya Bjar a Amedê ku bi bernameyeke têr û tijî Cotmehê dest pê kir Elvan Koçer, diyar kir ku wê di serdema nû de mîhrîcan berdewam bikin û di heman demê de wê derkevin turneyan jî.   Bi girtina Şanoya Bajar a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ji aliyê Qeyûm ve, ji aliyê lîstikvanên wê ve Şanoya Bajar a Amedê hat damezrandin, şano wê yê di çarçoveya bernameya meha cotmehê de dest bi pêşandana lîstikên xwe kir. Yek ji rêveber û lîstikvana vê şanoyê Elvan Koçer, derbarê serdema nû de kelecana xwe anî ziman.   Elvan wiha got: "Me di çarçoveya xebatên xwe yên vê serdemê de bi lîstika nivîskarê fransî Jena Baptîst Poquenlîn (Molîer) Tartufe dest bi xebatên xwe kir. Em ê her het roja şemiyê saet di 19.00'an de li ser dikê bin. Li gel van xebatên me em provaya lîstika Qirix 2 jî dikin."   Em dixwazin  ji bo zarokan atolye vekin'   Elvan diyar kir ku ew ji bo lîstika jinan a bi yek kesê jî prova dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin ku romana Rojbîn Perîşan a bi navê 'Bakir Seslî Kadinlar' bikin lîstik.  Li gel  van xebatên me her roja yekşemê ji bo zarokan em ê lîstika bi navê 'Masîreşka Biçûk' jî bînîn ser dikê û li aliyekî din jî em dixwazin ku lîsta 'Keçelok' ji bo zarokan bilîzin. Herwiha em vê salê jî dixwazin ji nû de ji bo zarokan atolye vekin."   'Em dixwazin bi lîstikên xwe hata Ewropayê biçin'   Elvan di dawiya axafitina xwe de diyar kir ku ew ê mîhrîcanên wan vê salê jî berdewam bikin û wiha got: "Di çarçoveya 1'emîn Mhrîcana Şanoyê ya Wanê de em ê biçin li Êlih û Îzmîrê lîstikên xwe pêşkêş bikin. Di heman demê de em ê li Îtalyayê biçin turneyê û em dixwazin biçin hemû wlatên Eropayê lîstikên xwe bidin nîşandan."