Li Cizîrê siyaset qedexe û hişbir serbest e! 2018-09-30 09:07:20   ŞIRNEX - Li Cizîrê bikaranîna hişbirê her diçe zêde dibe û welatî bi fikarin. Ji ber li navçeyê navendek dermankirinê tune ye jî diçin derve derman dibin. Yên tên binçavkirin jî du roj şûnde tên berdan. Welatiyekî diyar kir ku polîsan gotiye ‘siyasetê nekin hun çi dikin bikin.’   Li Cizîrê piştî qedexeyên derketina derve li her derê bikaranîna hişbirê zêde bûye û tu tedbîr jî nayê girtin. Gelê Cizîrê ji ber vê bi fikare û di mehên borî de ji ber hişbirê du ciwanên 16 û 18 salî jiyana xwe ji dest dane.   Qerekol çi karî dikin!   Navçeya ku bi qerekol û nokteyên polîsan hatiye dorpêçkirin li her taxa wê qerekolek heye. Tevî van qerekolan pêşî li bikaranîna hişbirê nayê girtin. HDP’ê di mehên borî de der barê vê mijarê de pêşnûme pirs da Meclîsê.   Di çapemeniyê de nûçeyên ‘operasyona hişbirê ya mezin’   Bi vebûna dibistanan re malbat fikarên wan zêde bûne. Di rojên borî de di çapemeniya hewzê de nûçeyên wekê ‘operasyona mezin ya hişbirê: 21 binçavkirî’ hat weşandin. Operasyonên tên îdiakirin li ber dibistanan tê kirin her meh xwe dubare dike. lê rêjeya bikaranîn û firotina hişbirê her diçe zêde bûye. Sê kesên ku tê gotin firotinê dikin jî di rojên borî de teslîmê polîsan hat kirin. lê ev kes du roj şûnde hatin berdan.   ‘Me da polîsan wan berda’   Zarokê bi navê B.A yê 16 salî ku li taxa Nûr rudine bi lêv kir ku gelek hevalên xwe wisa winda kiriye û got: “Berê me bi dehan kes dan destê polîsan. Lê du roj şûnde dîsa berdan. Em dibêjin hun çima berdidin. Ew jî dibêjin ‘Bila siyasetê nekin çi dikin bila bikin.’   Malbat jî li hember vê rewşa zarokên xwe bi hêrsin û ji ber li navçeyê ÇEMATEM û AMATEM tune malbat zarokên xwe nikarin derman bikin û ji ber vê neçar dimînin bibin bajarên din derman bikin. Li gorî kesên serî li psîkiyatrî dane ji sedî 10 jî hişbirê bikar tînin.