'Dê aştî bi destên jinê pêk were' 2018-09-30 09:01:48   Ferîde Zade   ŞEHBA - Endamên Kongreya Star ên ku beşdarî 3'emîn Konferansa Kantona Şehbayê bûn anîn ziman ku têkoşîna jinên Kurd a li dijî dagirkeriyê û zihniyeta baviksalarî didome û gotin:"Dê aştî bi destên jinê pêk were."   Bi dirûşma  "Civaka Rêxistinbûyî Civaka Azad e" 3'emîn Konferansa Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Endamên Kongreya Star ên ku beşdarî Konferansa Şehbayê bûn diyar kirin ku ji bo aramî, ewlehî, wekhevî, parastina mafê jinan bingeha civakê ava dike û divê hemû jin li ser vê esasê têkoşîna xwe bidomînin û gotin:"Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em ê ji bo pêşketina civakê têkoşîna xwe bidomînin."   Endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Fafînê Gulê Muhemed diyar kir ku di encama biryarên ku di konferansê de hatin dayin dê dewreyên perwerdeyê yên rêxistinî ji bo karê saziyan, her wiha perwerdeyên bîrdozî werin vekirin û got:"Ev biryara perwerdeyê ji bo pêşketin û çalakbûyina jinê gelek girîng e. Ji bo civakek azad û serbixwe perwerde şerd e. Ji ber sîstema yekperest berê jinan li Şehbayê nikaribûn xwe bi awayekî azad îfade bikin, xwe bi rêxistin bikin û li ser navê wan mêran biryar didan. Lê niha li ser esasên fikrên Rêber Apo jin dixebitin, çalak in û azad in. Niha jin di her milî de dixebitin û çalak in. Ji bo ev yek hîn zêde pêş bikeve me pêdivî bi konferansek bi vî rengî dît. Em ê jin di bin banê têkoşînek hevpar de bi ser bikevin."   'Dê aştî bi destên jinê pêk were'   Endama Koordînasyona Kongeraya Star a Navçeya Bilbilê ya Efrînê Cîhan Îsmail jî derbarê konferansê de wiha got:"Ji bo her jin beşdarî xebatan bibin û çalak bin ev konferans hat lidarxisin. Dema ku Şehba ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin zihniyeta qirêj û ya baviksalarî xwest ku vîna jinê bişkîne. Lê me di vê konferansê de dît ku jin çiqas xwedî vînek xurt e. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em ê ji bo pêşketina civakê têkoşîna xwe bidomînin. Dê aştî bi destên jinê pêk were."