ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-30 09:00:33   *Endamên Kongreya Star ên ku beşdarî 3'emîn Konferansa Kantona Şehbayê bûn anîn ziman ku têkoşîna jinên Kurd a li dijî dagirkeriyê û zihniyeta baviksalarî didome û gotin:"Dê aştî bi destên jinê pêk were."   *Li Tirkiyeyê li gel îthalkirina pez nexweşiya Şarbonê di nav pez de zêde bû. Li herêma Serhedê gel bi pez xwedîkirinê debara xwe dike. Jinên ku li herêmê bi salane bêrîvaniyê dikin bertek nîşan dan û gotin ku nexweşiya şarbonê bi zanebûn hat belavkirin.  DÎMEN HEYE   *Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku DMME’ê biryara der barê Abdullah Ocalan de daye li gorî dewletan daye û got: “DMM ne li alî hiqûqa gerdunî li alî dewletan e.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen'a Amedê Hatîce Efe diyar kir ku mamosteyên nayên tayînkirin serî li mamostetiya bi heqrojê didin û di 5 salên dawî de 52 mamosteyên nehatine tayînkirin, întîxar kirine. DÎMENE HEYE   *Li Cizîrê bikaranîna hişbirê her diçe zêde dibe û welatî bi fikarin. Ji ber li navçeyê navendek dermankirinê tune ye jî diçin derve derman dibin. Yên tên binçavkirin jî du roj şûnde tên berdan. Welatiyekî diyar kir ku polîsan gotiye ‘siyasetê nekin hun çi dikin bikin.’ BI DÎMEN   *Şîrîn Sayhan ku di bin navê berdel û hêwîyê de di temenê biçûk de hat zewicandin bi salan li dijî îşkenceyê li  ber xwe da û diyar kir ku biryara herî rast a di jiyana xwe de girtiye, ev e ku ji wê malê veqetya ye. BI DÎMEN