11 sal û 40 roj ceza ji Selamet Tetîk re hat birîn 2018-09-29 17:08:13   ŞIRNEX - Li Selamet Tetik a ku ev 8 meh in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê dimîne 11 sal û 40 roj ceza hat birîn.    Ji ber vekirina dosyayek din ji Selamet Tetik a ku ev 8 meh in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê dimîne 9 sal ceza hat birîn. Bi vê yekê ji ber du dosyayên cuda 11 sal û 40 roj ceza li Selamet hat birîn. Rûniştin li Edliyeya Şirnexê hat dîtin û heyeta dadgehê derbarê Selametê de bi hinceta "endama rêxistinê ye" 9 sal ceza ji dosyeyek cuda dayê.    Malbatê bertek nîşan da   Parêzarên anîn ziman ku ew ê bertekê nîşanî vê biryarê bidin. Malbata Selametê jî banga hestiyariyê li raya giştî kir.