3'emîn Konferansa Kantona Şehbayê hat lidarxistin 2018-09-29 11:38:42   ŞEHBA - Rêveberiya Kantona Şehbayê 3'emîn Konferansa xwe bi tevlîbûna 150 delegeyan li gundê Tilqirah ê Kantona Şehbayê li dar xist.   Bi dirûşma "Civaka Rêxistinbûyinî Civaka Azad" li Kantona Şehbayê Rêveberiya Kantona Şehbayê 3'emîn Konferansa xwe bi tevlîbûna 150 delegeyên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, Meclîsa Kantona Şehbayê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk,Tehalof, Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, Endamên Meclîsa Herêma Efrînê, Partiya Yekbûyî, Komîteya Zanist û Perwerdeyê, Yekîtiya Jina Azad a Kantona  Şehbayê, Kongreya  Star, Meclîsa Malbetên Şehîdan, Oldarên Eşîran, Heyva Sor a Kurd, Komîteya Ciwanan, Meclîsa Navçeya Til Rifet, Meclîsa Navçeya Keferneya, Meclîsa Navçeya Fafînê, Meclîsa Navçeya Ehrezê, hat lidarxistin.   Eywana Konferansê bi weneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşerên azadiyê hat xemilandin.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê Hevseroka Meclîsa Federal a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusif axivî û got:"Em israr dikin ku projeya Netewa Demokratîk pêş bixin. Em ji bo avakirina jiyanek aram gav diavêjin û berxwe didin. Em li ser esasên wekheviya gelan xebatên xwe pêş dixin. Ev xebat û berxwedana me dê bidome."   Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Osman Şêx Îsa axivî û diyar kir ku di rewşek wiha de hemû dewletên dagirker bi planên herî qirêj êrîşî gelên Sûriyeyê dikin. Li dijî vê yekê em ê dev ji têkoşîna bernedin û bilindtir bikin.    Piştre Hevseroka Meclîsa kantona Şehbayê Wefe Hisên rewşa siyasî ya salekê bi awayekî berfereh xwend. Wefe Hisên wiha got:"Hemû dewletên dagirker ji bo berjewendiyên xwe şerekî taybet li ser Sûriyeyê dimeşînin û nahêlin ev şer bi dawî bibe. Me li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û li dijî planên qirêj ên dagirkeran li ber xwe da û em ê berxwedana xwe bidomînin."   Paşê li ser rewşa siyasî nîqaşên berfereh ji aliyê beşdarvana ve hat kirin. Her wiha ji aliyê Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, Kongreya Star a Efrînê, Meclîsa navçeya Ehrezê, Meclîsa Malbetên şehîdan a Efrînê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Ragihandina Azad, Meclîsa Sûriye Demokratîk ya Efrîn û Şehbayê, Tehalufa Demokratîk ya Sûriyeyê, Meclîsa Herêma Efrînê, Meclîsa Giştî,Meclîsa Gel ya Navçeyê Fafînê, Meclîsa Navçeya Tel Rifet, Koordînasyona Giştî ya Şarederiyên Kantona Şehbayê, Gelê Efrînê yên ku li herêma cizîrê û Firatê bi cih bûne, nameya serkeftin û pîrozbahiyê ji bo 3'emîn Konferansa Kantona Şehbayê  şandin.          Piştî nirxandina rewşa rêxistinî pêşniyar ji aliyê Serkokê Komîna Navçeya Fafînê Muhemed Zekeriya Şubek hatin xwendin.   Biryarên ku di konferansê de hatin dayîn   Piştî nîqaşan û ji bo pêşxistina asta kantona Şehbayê di hemû aliyan de gelek biryar hatin dayîn:   1-Careke din hevserokatiya komînan di ber çavan re were derbaskirin, li gorî pêwîstiyê komîn li gundan werin avakirin û komîteyên di meclisan de werin xurtkirin.   2-Dewreyên perwerdeyê yên rêxistinî ji bo karê saziyan, her wiha perwerdeyên bîrdozî werin vekirin.   3-Komîteya Têkiliyên Diplomatîk li herêmê were vekirin da ku rewşa girtiyan û kesên winda bişopîne.   4-Komîteya Zimhêrê were avakirin.   5-Komîtaya mafên mirovan li herêma Şehbayê were avakirin û careke din dîwana dada civakî were avakirin.   6-Di aliyê madî û moraldayînê de alîkariya hêzên berxwedana gelêrî bikin ku Efrînê rizgar bikin.   7-Xwedîderketina li biryarên konferansa Yekitiya Jinên Azad û konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan.   8-Di aliyê madî û moraldayînê de alîkariyê bidin ciwanan da ku xwe li kantona Şehbayê bi rêxistin bikin.   9-Alîkariyê bidin saziyên xweparastinê da ku aramî û ewlehiyê ji gel re peyda bikin.   10-Rola Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li kantonê xurt bikin û rola çapemeniyê aktîf bikin.   11-Ji bo birêxistinkirina bajarên Til Eran, Til Hasil û gundên wê di hemû aliyan de komîteyek were avakirin.   12-Asta têkoşînê were xurtkirin û hemû çalakî dê di çarçoveya pêkanîna pîvanên neteweya demokratîk û rizgarkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê werin lidarxistin.   Di dawiya konferansê de ji rêveberên TEV-DEM`ê Hesen Koçber axivî û destnîşan kir ku Sûriye di rewşeke hesas re derbas dibe, pêwîst e gelên Bakurê Sûriyeyê û Rojava bi awayekî mezintir cihê xwe di nava civakê de bigirin û tev li hemû partiyên siyasî bibin, yekitiya xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ava bikin da ku hemû planên navdewletî yên li dijî civaka demokratîk têk bibin.