Rewşa Arînê her diçe giran dibe: Bila her kes deng bide vê qêrînê 2018-09-29 09:07:09   Dîlan Babat   ENQERE - Mîhdî Yilmaz diyar kir ku rewşa keça wî Arîn a bi dayika xwe Esma Yilmaz re girtiye, her diçe giran dibe û wiha got: “Berdana bi kontrol nadin qe nebe bila wê demê bişînin girtîgeha Mêrdînê.”   Arîn a 14 mehî ya nexweşa astimê ye û bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha Tipa T ya Hejmara 2' yan a Rihayê dimîne, her diçe kîlo winda dike û çavên wê şemitîne, bin çavên wê reş bûne. Mîhdî Yilmaz daxuyakirin ku ew her hefte diçe hevdîtina keç û hevjîna xwe û got keça wê Arîn bê navber dikuxe.   ‘Arîn roj bi roj kîlo winda dike’   Mîhdî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Arîn wek zarokek normal pêş nakeve û got rêveberiya girtîgehê şertên wan baş nake daxwazên wan naynin cih û got: “Tiştekî biguhere tune ye. Vê carê li girtîgehê şewb dest pê kiriye. Arîn û yên cem wê her tim dikûxin û agirê bedena wan bilind dibe. Rewşa Arînê cidî ye. Arîn ne wek zarokên dine. Her diçe kîlo winda dike. Ez hîna cilên pitikên 7 mehî ji wê re dibim. Arîn niha 9 kîlo ye.”   Mîhdî Yilmaz di berdewamiyê de bi lêv kir ku herî dawî wezareta polîtîkayên civakî û malbatî û derûnas bi hev re li koguşan geriyane û ji Esmayê re gotine ‘Arînê bidin saziya starbûna zarokan’. Yên êşa zarokan nejiyabin fêm nakin. Hevjîna min bertek nîşan daye. Arînê nikare ji dayika xwe dûr bijî. Ez çiqas diçim nayê cem min jî. Min nas nake. Li şûna van şerdan red bikin, pêşniyara wan a ji bo me ev e.”   ‘Esma û Arîn terkî qedera wan hatiye kirin’   Mîhdî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan serlêdana ‘berdana bi kontrol’ kirine lê bersiva redê hat dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi hinceta di ‘koguşa bi alî de ye’ serlêdana wê qebûl nekirin. Dixwazin hevjîna min bê alî be. Ez qebûl bikim jî hevjîna min qebûl nake. Em tu car dest ji nêrîna xwe bernadin. Em aliyê hiqûqî lêkolîn dikin. Em dibêjin belkî em çareseriyekê bibînin. Arîn û Esma terkî qedera wan hatiye kirin. Arîn û xwişk û birayê xwe hev nas nakin. Esmayê bernadin qe nebe bila bişînin girtîgeha Mêrdînê. Arîn ji me biyanî mezin dibe. Rewşa zarokên min ên li derve jî ne baş e. Ez bang li hemû kesî dikim ku bila vê qêrînê êdî bibîhizin.”