Pirtûkên Leyla Guven hatin desteserkirin û şandin qereqolê 2018-09-28 14:33:20   AMED - Hat diyarkirin ku Pirtûkên ji parlamenter Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven a ku di girtîgehê de ye re ji aliyê keça wê Sabîha Temîzkan ve hatin şandin hatine desteserkirin.   Ji Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) ya Colemêrgê Leyla Gunven re, ji laiyê keça wê Sabîha Temîzkan ve pirtûk hatibûn şandin. Lê pirtûka Hevserokê Berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a bi navê 'Seher' û ya Îdrîs Baluken ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve nehatin dayîn. Rêveberiyê ji bo ku pirtûk bên lêkolînkirin ji emniyetê re şandin .Ger ku piştî lêkolînê guncav bên dîtin ew ê pirtûk ji Leylayê re bên şandin.