Nobedariya Edaletê: Hiqûqnasên ku bêdeng dimînin qey fedî nakin? 2018-09-27 14:59:15   STENBOL - Hiquqnas di hefteya 72’emîn a Nobeta Edaletê de li ber Edliyeya Çaglayan a Stenbolê kom bûn û ji bo parêzerên girtî edalet xwestin. Hiqûqnasan, di nobetê de, êrişa li dijî parêzer Heval Yildiz Karasu, ê li buroya xwe ya Odunpazari ya Eskîşehîrê rastî êrîşê hat şermezar kirin.    Parêzerên Stenbolê di hefteya 72'yemîn de ji bo parêzerên girtî bên berdan û zextên li ser hiqûqnasan bi dawî bibe, li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê kom bûn û nobetna Edaletê berdewam kirin. Hiqûqnas li qada Atriumê li ber Peykerê Themis kom bûn û li vir daxuaynî dan. Di nobeta vê hefteyê de Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP), Parêzerê Nobeta Edaletê, Hevserokê Partiya Demhokratîk a Gel (HDP) Stenbolê Cengiz Çiçek, Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî     Li ser navê parêzeran Prz. Selîn Nakîpoglu, diyar kir ku 72 hefte ne di heman rojê û heman saetê de li heman cihî kom dibin û edaletê dixwazinû wiha got: "Tirkiye di qada hiqûqê de di nava welatê cîhanê de di rêza dawi di cih digire. Hiqûqnasên ku bi bêdengiya xwe piştgiriyê didin vê rewşê ma qey hûn şerm nakin? Ma hûn ji vê rewşê hêrs nabin? Ma hûn dê disa wekî sê meybûnan bilîzin. Em li vir, di nava baroya ku bi hezaran endamên wê hene de kulmek parêzer in. Em destûr nadin ev rewş wisa bidome. Ji bo dewleta hiqûq emê têkoşina xwe berhdewam bikin."    Parêzer Heval Yildiz Karasu, ku li doza Alî Îsmail Korkmaz, Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê û gelek dozên din dinerî li buroya xwe ya Odunpazari ya Eskîşehirê rastî êrîşê hatiye. Em vê êrîşê şermezar dikin. Em dêbi hevalên xwe yên Baroya Stenbolê re wê ziyaret bikin.    Endama Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) Prz. Damla Atay jî diyar kir ku karker ji ber ku ne li gorî fermana dozger, li gorî kedê li mafê xwe digerin şev nivê şevê rastî serdegirtinan hatin û hatin binçavkirin. Damla, da zanîn ku rojnamegerên ku ji nivisandina rastiyan natirsin dinivîsin tên binçavkirin û girtin. Damla, da zanîn ku hemû zext û tundiya li dijî muxalifan sedema têkoşîna wan e û dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: "Em ê hemû mafê hempîşeyên xwe heta ku azad bibin biparêzin. Heta zextên li dijî daxwazên edaletê bi dnawî bibin jî têkoşîna me ya edaletê dê bidome."