Li Kolnê jin li dijî Erdogan meşiyan 2018-09-27 12:27:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Kolnê Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan şermezar kirin.   Li bajarê Kolnê yê Almanyayê şevî din 8 saziyên jin hatin cem hev û li dijî Erdogan meş û mîtîng pêk anîn. Di mîtîng û meşê de MLPD, ZORA, Komondo Clara, Kouccourage, Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê heye, Yaşanacak Dunya, Sosyalîst Kadinlar Birligi û ADHK'ê jî cih gitin.   Nûnerên saziyan li ber îstesyona navendî ya trênê hatin cem hev û axafitneke kurt kirin.   'Erdogan li çareseriya kirîzê digere'   Nûnera Kucourage got Erdogan ji bo çareseriya krîza aborî tê Almanayayê, deweta alman jî alîkariya bi Erdogan re kêm nake û wiha berdewam kir, ''Peywira me ew e ku em bi jinên kurd re bixebitin û rewşa Tirkiyê ji cîhanê re ragihînin. Ji bo azadiya jinê divê em bibin yek.''   'Em dîktatoran naxwazin'   Nûnerê Zora jî got li Tirkiyê, 'faşîzma Erdogan ken jî li jinan qedexe dike. Lê 8'ê Adarê bi hezaran jin li gel qedexeyê jî derketin kolanan. Çi qas zext û zordarî hebe jî jin têdikoşin û em jinên alman li pişt wan in.''   Nûnera Clara jî got, ''Ên ku li Kurdistanê li dijî DAÎŞ'ê şer dikin li vir têne krîmînalîzekirin. Erdogan dijminê jina ye. Em li dijî wî ne. Em dîktatorê ku bi guleyên plastîk êrîşê dibe ser Dayikên Şemiyê, mêrên kujer diparêzerê li Almanyayê naxwazin.''   Nûnera MLPD'ê jî qedexeya li ser YPJ'ê rexne kir û got, ''Erdogan çi kesê ku dengê xwe derdixe, bi tirsê, bi êrîşê û girtinê dixwaze bêdeng bike.''