Dê jin heta dawiyê ji bo mafên jinan û azadiyê têbikoşin 2018-09-26 09:03:41   Dîlber Mihemed   SERÊKANIYÊ - Rêvebera Komuna Şehîd Zerdeşt a bajarê Serêkaniyê Emîna Xalid diyar kir ku jin roleke serke û bi hêz di avakirin û perwerdekirina civakê de dilîzin. Jinên ku di komunan de dixebtin jî di heman demê de ji bo civaka xwe pêş bixin di nav xebatan de ne.   Rêvebira komîna Şehîd  Zeredeşt Emîna Xalid a bajarê Serêkaniyê girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê derbarê kar û xebatêN jin di hundirê komînan de dikin nêrîna xwe anî ziman.   Emîne Xalid diyar kir ku girîngiyek mezin a komînan di rêxstinkrina civakê de  xwe dide der û wiha got: " 63 komunên xweser li bajarê Serêkaniyê hene, her wiha di tevahî komunên gitşî de jin cih digrin û roleke giring dilîzin. Jin tevahî xebatên xwe ji bo xizmeta civakê dikin."   'Heta azadiya hemû jinan dê têkoşîn bidome'   Emînayê di axaftina xwe de anî ziman ku jin karekî balkêş û bi rêxstinkirî di hundirê komunan de dikin û wiha berdewam kir:" Tevî ku hîna beşek ji civakê ne hatiye asta fikra azadiyê, lê belê piraniya gel bi hemû neteweyan ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê xebatekE giring û bi wate ji bo civaka xwe û ji bo mafêN hemû jinan dane meşandin. Jin rolekE sereke di avakirin,  pêşxistin û perwerdekirina civakê de dilîzin."    Emînayê wiha dawî li axafitna xwe anî:" Heta dawî dê jin berhemên xwe û hêza xwe û ya zarokên xwe têxin xizmeta civakê ji bo azadiyê û ji bo ku hemû jin azad bijîn dê têkoşîna xwe berdewam bikin."