Li hember pûçkirina ked û hêza gel, Kooperatîf alternatîf bû 2018-09-26 09:02:51   Sorgul Şêxo   TILTEMIR - Kooperatîfa Qesrik a ku di sala 2014'an de ji aliyê 300 Endaman ji bajarê Zirgan, Dirbêsiyê û Til Temirê yê Kantona Hesekê ve hat avakirin, ji bo avakirina rihê komunal di nava bjaran de xwedî girîngiyeke mezin e.     Kooperatîfa Qesrikê ya ku di sala 2014'an de ji aliyê 300 Endaman ji bajarê Zirgan, Dirbêsiyê û Til Temirê yê Kantona Hesekê ve hat avakirin, ji bo avakirina rihê komunal di nava bjaran de xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku Kooperatîf gel ji hemû netew û bajaran tîne gel hev û yekîtiyekê di navbera wan de dide avakirin.    Kooperatîfa Qesrik ku di nava sînorên  Til Temirê de ye  ji beşên wekî sewaldarî, çandinî,  alavên çandiniyê û beşa rêveberiyê  pêk tê.  Kooperatîf  di sala 2014'an de ji aliyê 300 Endamên ji herêma Zirgan, Dirbêsiyê û Til Temirê ve hat avakirin. Rêjeya erdê ku Koperatîfa Qersikê girtiye 33 hezar donim e lê niha donimên wê kêm bûne û heta  15 hezar donim daketiye û hejmara kesên li koperatîfê dixebitin jî nêzî 5 hezaran e. Têkldarî mijarê endam û Rêvebrên kooperatîfê derbarê kar û xebatên xwe de agahî dan    'Pergala berê li herêmê serwer ked û hêza gel pûç kiribû'   Rêvebera  Kooperatîfê Fatima Cemîl armanca vekirina kooperatîfê nirxand û wiha got:" Pergala ku li herêmê berê serwer bû her dem hêz û keda xebatkaran pêç derdixist. Her tişt ji wan  peyda dikir lê rê nedida ku bi erka xwe rabin û rola xwe bilîzin. Ji ber vê jî Kooperatîf ji rewşa heyî re bû alternatîf. Kooperatîf destpêkê baş nedihat famkirin lê bi demê re hemû kesî cihê xwe di kooperatîfan de girtin û gihiştin wê baweriyê ku dê kooperatîf yekîtiya wan bide avakirin."   Fatimayê derbarê kêmbûna donimên kooperatîfê de jî wiha got:"Di destpêkê de rêjeya erd 33 hezar donim bû lê ji ber ku hin donim aîdê gel bûn  paşve girtin, niha 15 hezar donim di destê me de ma ye û erdê ku di destê me de maye tê cotkirin."   'Pezê divê were parastin ji ber li herêmê peyda nabe'   Rêvebera beşa sewlkariyê ya kooperatîfê Sîlva Şikrî jî wiha got: ""Di beşa Sewaldariyê de 1776 pez heye, hin malbat li cihê Kooperatîfê dimînin û wan xwedî dikin.  Herwiha li  gel me pezê boz heye û ev  reng gerimayê û sermayê tehmûl nake. Lê em naxwazin ku bifiroşin û neslê wan jî biqede. Ji ber ku ev cure pez li rojavayê Kurdistanê nayê dîtin û tenê li Başûr û li Iraqê heye. Xwedîkirina vî pezî gelek zahmet e."