'Tecrîd li ser gelê kurd û jinan tê meşandin' 2018-09-25 09:06:44   ŞEHBA - Jinên Herêma Efrînê yên ku li Kampa Serdemê  û li Kampa  Berxwedanê dimînin Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdulah Ocelan şermezar kirin û ev tişt  gotin: "Tecrîda li  ser rêber Apo tê meşandin di heman demê de li ser gelê kurd  û jinan tê meşandin. Em tecrîda ku dijî rêberê me tê meşandin û cezayê dîsîplînê ku lê hatiye birîn şermezar dikin.”   Di çerçoveya girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  ji aliyê dewleta tirk ve û dayîna cezayê disîplînê jinên Herêma Efrînê yên ku li Kampa Serdemê û li Kampa Berxwedanê bi cih bûne nêrîna xwe bi ajansa me re parve kirin re û gotin:”Em Serokê xwe dixwezin, Erdogan çiqas komployan pêk bîne jî wê nikaribe me ji fikra Rêber  Apo dûr bixe.”   Jina bi navê Rebîa Muhemed Xeyrî ku axivî û wiha got:”Ev nêzî 20 salan e ku Rêber  Apo di zîndan Îmraliyê  de dijî. Ji ber tecîrîda  giran ku dewleta tirk li dijî wî pêk aniye, nahêle parêzerên wî jî derbas zîndanê bibin. Lê li dijî vê tecîrda giran jî Rêber Apo li gel tecrîda giran û cezayê dîsîplînê ku lê hatiye birîn tekoşîna xwe dewam dike. Em wek jin ji bo azadiya Rêber Apo  em ê xwe bikin top û di nav dewleta tirk de xwe biteqînin û em li gel tecrîda girankirî  herî dawî cezayê dîsîplînê jî lê hatiye birin bi tundî şermezar dikin. Bila dewleta tirk û hevkarên wê baş bizanibin ku heta em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin tu carî wê nikaribin  îradeya me bişkînin”   'Tecrîd li ser jinan û Gelê Kurd e'   Jina bi navê Esmehan Muhemed jî tecrîd şermezar kir û wiha got:” Em tucarî tecîrda li ser Rêber Apo ku tê meşandin qebûl nakin. Tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de tecîrîda li ser Gelê Kurd û ya li ser jinan e. Em vê tecrîda li ser Rêberê xwe şermezar dikin û em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li dijî vê tecrîdê rabe ser piyan.”   'Me dîrok û zimanê xwe nas kir'   Esmehan Begdadî jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê û ev tişt got:”Em Rêberê xwe dixwezin bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me dîrok û zimanê xwe nas kir û me xwe bi rêxistin kir. Ji ber vê yekê hemû dewletên Navneteweyî destê xwe danm hev û Rêber Apo bi planên qirêj girtin û di heman demê de Efrînê jî dagir kirin. Em dikarin bibêjin ku dagirkirina Efrînê ji tecrîda li ser Rêber Apo ne cuda ye. Heta ku Rêberê me azad nebe em jin jî azad nabin.”   'Armanc bê îrde hiştin bû'   Jina bi navê Ufê Abo jî  diyar kir ku ji ber Rêber Apo fikira azad li cîhanê belav kir û rihê wekheviya gelan bi pêşxist, dewletên navnetewî yên desthiledar û dewleta tirkRêber Apo girtin. Em  tu carî vê bê dengiya li hemberî Rêber Apo qebul nekin.  Armanca dewleta tirk a sereke girtina Rêber Apo û dagirkirina Efrînê bû ji bo ku îradeya Gelê Kurd bişikîne û tune bike.”   'Em van pêkanînan şermezar dikin'   Jina bi navê Xatun Hisên jî anî ziman ku bi salan e tecrîda li ser Rêber Apo giran bûye û agahî jê nehatiye giritn û li gel tecrîdê cezayê disîplînê jî lê hatiye birîn. Tu mafê kesekî tune ye ku Rêberê me bigirin û tecrîda giran li ser bidin meşandin. Em ê li dijî van pêkanînên li ser Rêberê xwe tu carî bêdeng nemînin. Rêber Apo pêşengê tevahî jinan e.”