'Fikir û felsefeya Rêber Apo pêşengiyê ji jinan re dike' 2018-09-25 09:01:59   Sozda Oremar   ŞEHBA -Jinên ereb ên Kantona Şehbayê tecrîda giran a li ser Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan ku tê meşandin û cezayê disiplînê ku jê re hatiye dayîn bi tundî şermezarkirn û wiha gotin: "Em ê heta dawiyê li ser fikira azad a Rêber Apo kar û xebatên xwe bikin û Rêber Apo ji îmralê azad bikin."   Ji 1999 an de 15 sibatê bi komployek qirêj ku ji aliyê dewleta tirk û Dewletên Navnetweyî ve hat kirin Rêberê PKK'ê  Abdulah Ocelan hat girtin û ji 11 îlona 2016 an de tecrîdek giran li ser Rêber Apo tê ferizkirin û her ku diçe ew tecrîd giran dibe. Her wiha ji 5 nîsanê 2015 an de 93 serlêdana parêzerên Rêber Apo ji aliyê Dewleta tirk a dagirker ve hatine redkirin. Têkildarî vê mijarê Jinên ereb ên kantona Şehbayê ji ajansa me re axivîn û anîn ziman ku Rêber Apo Rêberê wan e  û ji bo azadiya Rêberê xwe ji zîndana Îmralê wê xebata wan bidawî nebe.   Endama Mala Jinê  ya Navçeya Fafînê ya Kantona şehbayê Heyat Omar axivî û diyar kir ku armanca derbasbûna dewleta tirk a  Sûriyê vala derxistina Pirojeya Neteweya Demokratîk e û wiha berdewam kir:”pirojeya ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo azadiya jinên cîhanê û wekheviya gelan hatiye pêşxistin, dewleta tirk wê tu carî nikaribe vê pirojeyê vala derbixîne. Ji ber ku gelên Sûriyeyê li ser fikir û Felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxisin dike. Em wek jinên Kantona Şehbayê xwe bi rêxistin dikin û ji bo azadiya Rêber Apo em ê kêlî bi kêlî tekoşîna xwe dewam bikin û em di heman demê de cezayê dîsîplînê ku li Rêbera Apo hatiye birîn şermezar dikin.”   Heyat wiha dawî li axaftina xwe anî:”Ev bû 3 sal dewleta tirk  tecrîda giran li ser Rêber Apo dide meşandin û bi riya tecrîdê dixwezin îradeya gelên ku fikira Rêber Apo dişopînin binpê bikin. Lê belê bila baş zanibin ku ev daxaza wan wê tu carî pêk neyê.”   'Felsefeya Rêber Apo riya me ronî dike'   Di heman demê de Endama Mala Jin ya Navçeya Fafînê ya Kantona şehbayê Rifat Ehmed jî anî ziman ku tekoşîna Rêber Apo ne tenê ji bo jinên kurd e, Rêber Apo ji bo tevahî jinên cîhanê bi salan e di zîndana îmralê de tekoşînê dide û wiha got:”Em wek jinên Kantona Şehbayê heta dawiyê em ê şopdarên riya Rêber Apo bin û Fikira Rêber Apo wê riya me ronî bike.”   Di nav gotinên xwe de  Rifat wiha got:”Armanca me ew e ku pirojeya Rêber Apo daye destpêkirin em  bi pêş bixînin û Rêber Apo ji zîndana Îmralê azad bikin. Ji bo vê jî heta kêliyên dawiyê em ê tekoşîna xwe dewam bikin û bigihîjin aramanca xwe." Herwiha di dawiyê de  Rifat bê dengiya Dewletên Navnetewî li dijî  tecrîda li ser Rêber Apo şermezarkir û bang li Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku êdî bi erik û berpisyartiya xwe rabin û Rêberê gelan Abdulah Ocelan ji îmralê azad bikin.”   'Em ê bi têkoşînê rêberê xwe azad bikin'   Endama Komîteya Jjinê ya Kantona şehbayê Îmen Oso jî tecrîda giran a ku bi salan e li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar kir û wiha got:”Rêber Apo yê  ku ji bo azadiya jinan bang kir û rihê yekitiya gelan di nav civakan de bi pêş xist, ji ber vê yekê hemû dewletên Navneteweyî û  deweta tirk bi komployekê Rêber Apo dîl girtin. Raste ku Rêber Apo di zîndana Îmralêdaye de ye lê fikir û felsefeya Rêber Apo di nav me de ye û em ê bi tekoşîna xwe Rêberê xwe azad bikin”.