ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-25 09:00:00   *Jinên ereb ên Kantona Şehbayê tecrîda giran a li ser Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan ku tê meşandin û cezayê disiplînê ku jê re hatiye dayîn bi tundî şermezarkirn û wiha gotin: "Em ê heta dawiyê li ser fikira azad a Rêber Apo kar û xebatên xwe bikin û Rêber Apo ji îmralê azad bikin."   *Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku Dayikên Aştiyê li pey têkoşîna rewa û mafdar in û wiha got: “Divê li dijî vê feraseta despot her kes, her qadê wek Qada Galatasarayê bibîne. Divê li her qadê aqûbeta windayan bê pirsîn. Em ê vê bikin.” BI DÎMEN   *Jinên ji Flormarê de bi hinceta sendîkayî ne ji kar hatin derxistin û ji bo vegerin karê xwe ev 130 roje li ber fabrîkayê li ber xwe didin piraniya wan yekem car broşuran belav dikin û tevlî çalakiya girseyî dibin. Jinan der barê destkefiyên berxwedanê de bi dest xistin axivîn û gotin ku bi xwe baweriya wan zêde bûye. BI DÎMEN   *Jinên Herêma Efrînê yên ku li Kampa Serdemê  û li Kampa  Berxwedanê dimînin Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdulah Ocelan şermezar kirin û ev tişt  gotin: "Tecrîda li  ser rêber Apo tê meşandin di heman demê de li ser gelê kurd  û jinan tê meşandin. Em tecrîda ku dijî rêberê me tê meşandin û cezayê dîsîplînê ku lê hatiye birîn şermezar dikin.”   *Halîme Yaş ku nexwest xaniyê xwê yê li Cizîrê ku zerar dîtiye û ketiye qada bi rîsk, veguhere TOKÎ’yê, diyar kir ku ji bo vê 4 daxwazname daye û her çar daxwazname jî wek 440 TL cezayê pere li wan vegerya ye. Halîmeyê daxuyakirin ku çi dibe bila bibe wê xaniyê xwe nede hilweşandin.  BI DÎMEN   *Bi nexweşxaneyên bajar yên tê plankirin li Etlîk û Bîlkentê bên vekirin re li Enqereyê gelek nexweşxaneyên cemawerî wê bên girtin. Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden projeya Nexweşxaneyên Bajar wek ‘hevkariya dewlet û sermayê’ bi nav kir û got îro çawa desthilatdariya siyasî krîza birêvebirinê dijî, di qada tenduristiyê de jî heman krîz tê jiyîn. BI DÎMEN   *Xwediya Kafe Atolye Hunera Dijber Elîf Yildizim diyar kir ku di perwerde û pêşketina zarokan de huner pir girîng e û wiha got: “Divê malbat zarokan bi gotinên ‘kanepê, dîwaran boyax neke’ netirsînin. Ji ber ku huner azadiye, divê zarok neyên çewisandin.Divê zarok, huner û azadî bên cem hev.” BI DÎMEN   *Jina bi navê Hêzo Sîvo diyar kir ku jiyana li ser axa xwe ku mirov dijî çiqes zahmet be jî dîsa mirov xwe azad hîs dike û bang li her kesî kir ku vegerin ser axa xwe.