Li Kobanê Buroya Meclîsa Jinên Sûriyê hat vekirn 2018-09-24 14:10:08   KOBANÊ- Bi armanca avakirina civakeke demokratîk û exlaqî li ser bingeha jin û azadiyê, Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyê li Kantona Kobanê buroyê xwe vekir.   Bi armanca avakirina civakeke demokratîk û exlaqî li ser bingeha jin û azadiyê, Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyê li Kantona Kobanê buroya xwew bi tevlibûna nûnerên sazî û dezgehên sivîl û bi tevlibûna mêvanên ji Reqa û Eyn Îsayê bi merasîmeke ku li dar xist li Komungeha Şehîd Fîras vekir.   Vekirina buroyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Piştî merasîmê li ser navê Meclisa Jinên Sûriyeyê koordînatora  meclîsa jinên Sûriyê  Lîna Berket, li ser navê Rêvebneriya Xwesre Hêlîn Heçim, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Leyla Ehmed, Li ser navê Kongereya Star a Kobanê Almaz Romî, li ser navê Meclisa Jinên Reqayê Cûmana Elî  û li ser navê Buroya Meclîsa Jinên Sûriyê jî Necah Xelîl axivîn û vekirina buroya Meclîsa jinên Sûriyê li Kantona Kobanê pîroz kirin.  Di axaftinan de hat diyar kirin ku aramanc ji vekirina buroyê ew e ku tevlîbûna jinan di nava perwerdê, siyaset, aborî û civakê de zêde bikin.   Piştî axaftinan deriyê navendê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat vekirin.