Ji bo Endamên Meclisên bajarokan perewerde hat destpêkirin 2018-09-24 13:42:59   Ronîda Hacî    HESEKÊ- Akadimiya Şehîd Bêrîtan a Civaka Demokartîk a bajarê Til Temir ya Kantona Hesekê dewreya perwerdê ya bi navê Şehîd Serhed ji Endamên Meclisên bajarokên Xera û Qibûr Qerajnayê da destpêkirin . Bi armanca pêşketina kar û xebatê îro Akadimiya Şehîd Bêrîtan a Civaka Deokratîk  dewreyek perwerdê bi navê Şehîd Serhed ji bo endamên Meclisa Bajarokên Xera û Qibûr  Qerejnayê bi tevlibûna  17 endamên ku 10 ji wan jinin da destpêkirin.     Di dewereya perwerdê ku hat dstpêkirin de wê mijarên wekî girîngiya perwerdê, rexne û rexnedayîn, dîroka jinê, fedrasiyon, rastiya Serokatî, şerê taybet, rêvberî û rêxstinbûyîn bên destgiritn. Endamên meclisan ên ku tevli perwerdê bûn ji ajansa me re li ser girîngiya perwerdê axivîn.   'Bingeha pêşetinê perwerde ye'   Endama Meclisa bajaroka Qibûr Qerajina Ibtsam Silêman ku ji pêkhateyên ereb e diyar kir ku bi daxwaz û moralekî pir mezin tevlî perwerdê dibe û ev tişt got:  " Ev perwerde ji bo me hemiyan girîng e, bi taybet ji jinan re, ji ber ku bi riya perwerdeyê mirov xwe nasdike û bi pêş dikeve."   'Perwerde kesayetek pispor avadike '   Endama Meclisa bajaroka Xera Besma Hesen jî da zanîn ku dixwaze ku di mijarên li ser wan dixebite de bibe pispor û wiha domand: " Armanca min a sereke ji tevlîbûna perwerdê ew e ku ez di karê dikim de bibim pispor dikar û xebatên xwe de û ev jî bi perwerdeyê pêkan e.    Dewreya ku hat destpêkirin dê 20 rojan berdewam bike.