Gulîstan Koçyigit: Heta ku tecrîd ranebe em nikarin behsa azadiyê bikin 2018-09-23 15:44:11   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di 5'emîn Civîna Meclîsa Giştî ya Serdema 8’emîn a HDK’ê de bal kişand ser tecridkirina girankirî ya li dijî Ocalan dengê xwe bilindtir nekin, nikarin qala wekhevî û azadiyê bikin û wiha got: "Heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe, azadiya gelan ne pêkan e."    Kongreya Demokratik a Gelan (HDK), 5'emîn Civîna Meclîsa Giştî ya Serdema 8’emîn, li avahiya xwe ya Beyoglûyê ya Stenbolê pêk ani. Hevberdevkên HDK’ê Onûr Hamzaoglû û Gulistan Kiliç Koçyîgît û pêkhateyên HDK’ê û gelek kesên din beşdarî civînê bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pe kir. Ewil Hevserokê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu axivî û wiha got: "Em îro dibin şahidê dîroka neo-liberalizme. Berê jî gelek caran bûn şahidê krizên kapitalizmê. Yek krîzên beriya niha ya salên 70’yî bû. Lê vê krîzê bandor li ser hilberîna civakê nekir. Banka Cîhanê ya di bin hegemonya DYA de, bi xebatên teknokratik ên ÎMF'ê bi avakirina neo-liberalizmê krîz derbas kir. Welatên Navendî kapîtala finansê bi tevahî ava dike. Lê wekî welatê me ku girêdayî welatên Hegomon in, raste rast zerarê didin mirov, xweza û çavkaniyên jiyanê. Xwezayê talan dikin. Mirovan qetil dikin. Ji hilberîna sanayiya qirêj sûdê digirin."     Onur, ani ziman ku îktîdara îro tirsê li hemû cîhanê belav dike û wiha axivî: "Bi tirsê bêdengiyê pêş dixe. Bi tirsê bêdengiyê pêş dixin. Yên tirsê ava dikin ew bi xwe pir ditirsin. Herî zêde ew di nava tirsê de ne. Ji ber vê yekê wekî hemû cihanê yê me jî pêdivî bi moral  û motivasyonê heye. Pêdîvî zêde "Dikarim bikim" heye. Tevî hemû westana me em dikarin biguherînin. Em dikarin her tiştî bi vîna xwe ji nûve ava bikin. Ev erka me tevan e."     Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê ew herî zêde çav li ser Girtîgeha Îmraliyê bin. Kiliç, wiha got: “Beriya Rewşa Awarte hevdîtina bi Ocalan re dihat astengkirin, niha jî derket holê ku cezayê dîsîplînê li wî hatiye birîn. Bi hincetên pûç hevdîtin tên astengkirin. Me berê gelek caran got, heta ku tecrîda li Îmraliyê ranebe, heta ku pergala hiqûqî ya Îmraliyê neyê teşhîrkirin û deng ji tecrîdê re neyê derxistin, mirov nikare qala wekhevî û azadiyê bike.”   Gulistanê qala meseleya Îdlîbê jî kir û got ku, “Diyar e ku heke şerek li wê derê pêk were, ew ê di dram û trajediyên mezin pêk werin. Tê dîtin ku Tirkiye ji bo çete dev ji çekên xwe berdin û herin herêmeke tampon îro bûye welatekî garantor. Gelo vê bandora Tirkiyeyê ji ku tê? Divê em li vî tiştî bipirsin.”   Civîna HDK’ê bi awayê ku ji çapemeniyê re girtiye, a niha didome.