Berxwedêra Terolar Done: Li dijî polîtîkaya koçberiyê rêxistin divê 2018-09-23 09:07:44   MEREŞ-Li gundê Terolar li dijî kampa penaberan berxwedan hat destpêkirin û ji jinên di eniya herî pêş de cih girtin, Done Goksungur wih agot: “Dixwazim civaka elewî kurd pasîfîze bikin û koçberiyê li wan ferz bikin.Dixwazin bi koçberiyê vê qadê bigirin dest. Ji ber vê divê em jî xwe rêxistin bikin.   Di 2016’an de li hemberî kampa AFAD’ê ya li gundê Terolar a navçeya Dulkadîr a Mereşê, jinan çalakî pêk anîbû û vê jî deng dabû. Gelê Terolar ku komkujiyên 1938’an a Dêrsîmê, 1978’an a Mereşê, 1980’an Çorumê, 1993’an a Sêwasê jibîr nekiriye, fikarên wan didomin.Gelê Elewî ji Dêrsîmê heta niha serhildana xwe nedane sekinandin, bi salan neçar man koçî Ewropa û metropolan bikin. Niha bi polîtîkayek cuda ya asîmîlasyonê re hatin rû hev.    ‘Berxwedan hat pasîfîzekirin’   Done Goksungur yek ji sembolên ji berxwedana Terolar a di Nîsana 2016’an de destpêkiriye. Doneyê sê birayên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kiriye û tu car dest ji têkoşînê bernedaye. Doneyê wiha got: “Ev 30 sale ez li vî gundî dijîm. Ez yek ji pêşengên berxwedanê me. Li dijî kampê berxwedan hat destpêkirin. Lê berxwedan bê encam ma. Ji ber hinek kesên navber hewl dan berxwedana me pasîfîze bibe.”   ‘Dixwazin bir bigirin dest’   Doneyê daxuyakirin ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya penanberan qirêje û wiha pê de çû: “Dixwazin me jî koçberbikin. Çêkirina kampê ya li vir, polîtîkaya hikûmetê ya şer a qirêj e. Bi taybet li Terolar civaka Elewî Kurd heye û HDP jî ji vir dengan digire. Em wisa difikirin ku ji ber vê sedemê li vir kamp hatiye çêkirin. Dixwazin civaka Kurd Elewî pasîfîze bikin. Em ne li dijî penaberane lê em lîstikên ji ser penaberan tên pêşxistin jî dizanin. Ez bang li hemû kesî dikim ku em xwe rêxistin bikin. Em dizanin ku ev gund ji çav hatiye derxistin. Penaberên nû tînin û an jî hinek jê diçin. Li derdora kampê erseyên gel hebûn. Biryar hatibû dayîn ku kadastroyê bînin û erd wekhev li gundiyan bê parvekirin. lê piştî kamp hat avakirin ev der hat desteserkirin. Komkujiya Mereşê li holê ye. Di vê rewşa heyî de dikare komkujiyek din bê jiyîn. Ji ber vê banga rêxistinbûnê li hemû kesî dikim.   ‘Polîtîkaya sîxurtiyê tê meşandin’   Doneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin a vekirina vê kampê jî eve ku keyayan beyî agahiya gel îmze dane û wiha dawî lê anî: “Fikar û tirsên me hene lê heta ku derê?Divê em serî hildin û li dijî van polîtÎkayên qirêj bisekinin. Bi taybet bi berxwedana Terolar polîtîkayek sîxurtiyê kirine dewrê. Ez di vî alî de bang li hemû gundiyên me dikim ku xwe rêxistin bikin.”