ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-23 09:00:00   *Jinen Minbicê derbarê çanda deqan a jinên Kurd de diyar kirin ku berê ev çand ji bo jinan gelek girîng bû û gotin:"Ev çanda ku ji aliyê civakê û jinê gelek girîng dihat dîtin niha ber bi tunebûnê ve diçe." DÎMEN HEYE   *Jinên kedkar ên Meştela Jîn a li bajarê Dêrikê di derbarê xebatên ku dikin de anîn ziman ku ew bi xebatên xwe yên çandiniyê hem tenduristiya civakê hem jî xwezayê diparêzin û gotin:"Xweza bi ked û vîna jinê xweş dibe." DÎMEN HEYE   *Jinên Hesekê dagirkirina Efrînê şermezar kirin û bang li rêxistinen navneteweyî kirin ku rê li tecawiz, revandin û îşkenceya li Efrînê pêk tên bigirin. DÎMEN HEYE   *Jinên bazirgan ên di bazara navçeya Şemrexa Mêrdînê de dixebitin gotin ku ger krîza aborî dewam bike dê rewş xirabtir bibe. Jinên bazirgan, diyar kirin ku Tirkiye bi vî awayî bidome dê rojên qet ne xweş li hêviya wan bin. DÎMEN HEYE   *Di erdhejiya sala 2011'an  a ku li Wanê pêk hatibû de bi hezaran mal hilweşiya bûn. Ji sala ku erdhejî pêk hat heya niha malbat ên mexdûrên erdhejiyê hîna di konteyniran de dijîn. Bi hatina sermayê jiyana di konteyniran de jî zehmettir dibe.   *Li Çiyayê Cudî di hefteyekê de du caran şewat derket û bi dehezaran hektar qad tune bûn, bi sedan darên fisteqan jî şewitîn. Gundiyan diyar kir ku darên wan ên mabûn jî şewitîne û her tim di bin navê operasyonan de darên wan tên şewitandin.DÎMEN HEYE   *Li gundê Terolar li dijî kampa penaberan berxwedan hat destpêkirin û ji jinên di eniya herî pêş de cih girtin, Done Goksungur wih agot: “Dixwazim civaka elewî kurd pasîfîze bikin û koçberiyê li wan ferz bikin.Dixwazin bi koçberiyê vê qadê bigirin dest. Ji ber vê divê em jî xwe rêxistin bikin. BI DÎMEN   *Bîlge Yaşar a ji Endezyariya Endustriya Daristanê mezun bûye, di encama lêgerînên xwe de karekî ku kêfê jê digire kîfş dike û ji camê xişir çêdike. Bîlge diyar dike ku ev ji bo wê wek terapiyekê ye û karê ku dike pêşniyarê kesên din jî dike. BI DÎMEN   *Pispora Cerahiya Giştî Tuna Bîlecîk derbarê botokdsa mîde de ku di dermankirina obezîteyê de tê bikaranîn û hîna bandora wê nehatiye tespîtkirin de axivî û diyar kir ku ev rêbaz ji bo nexweşên ku 10-15 kîloyên wan zêde ye, dikare bi fêde be.