Endama Kongreya Star Salîha Osê hat oxirkirin 2018-09-22 14:03:50   QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Taxa Kornîş û  HPC/JIN'ê Salîha Osê jiyana xwe ji dest da û bi merasîmekê ji aliyê hevalên xwe ve hat oxirkirin.   Endama Rêveberiya Kongreya Star a Taxa Kornîş û  Endama Hêza Parastina Civakî ya Jinê (HPC/JIN) Salîha Osê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da û bi merasîmekê ji aliyê hevalên xwe ve hat oxirkirin.   Rêhevala Salîhayê Wetha Şêxmûs wiha got:" Salîhayê di nava malbata xwe de pir dihat hezkirin, miroveke xwedî biryar bû. Wê her dem li aliyê edaletê cihê xwe digirt. Ji ber rêbaza axaftina wê ya xweş û têkoşîna wê her mirovî li hemberî wê rêz digirtin û jê hez dikirin. Jineke welat parêz bû. Wê di temenekî biçûk de tevgera azadiyê nas kir û berxwe da. Heta jiyana xwe ji dest da jî ew her di nava xebatan de bû. Em soz didin hevala Salîha ku em ê her rêya wê bişopînin."   Salîhayê bi merasîmekê li Goristana Hîleliyê ya Taxa Qamişloyê hat definkirin.