Ji bo Efrînê li Til Temirê meş hat lidarxistin 2018-09-22 12:21:00   TIL TEMIR - Bi armanca şermezarkirina Efrînê li Til Temirê netewên Kurd, Ereb, Aşûrî meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de dirûşma "Dê Efrîn rizgar bibe" hat berzkirin.    Bi armanca şermezarkirina Efrînê li Til Temirê netewên Kurd, Ereb, Aşûrî meşek girseyî li dar xistin. Endamên Saziya Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Sazî û Rêxistinên Sîvîl û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Meş ji saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta Kolana Filistîn berdewam kir. Di meşê de pankartên ku dagirkirina Efrînê şermezar dike hat hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hat kirin. Di axaftinan de hat gotin ku dê planên ku li dijî têkoşîna gelê Kurd tên kirin têk biçin û hat gotin ku divê gelê kurd li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê hişyar be û çawa ku Kobanê hat rizgarkirin dê Efrîn jî bê rizgarkirin.     Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.