'Em dagirkirina Efrînê qebûl nakin' 2018-09-22 11:54:28   HESEKÊ - Kongreya Star derbarê Efrînê de li Gundê Til Nesrîyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo rizgariya Efrînê dê her têkoşîn bidome.    Derbarê Efrînê de Kongreya Star ber avahiya Meclîsa Gundê Til Nesriyê yê Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Gundê Til Nesriye Rûxweş Weqas ve hat xwendin. Bi sedan  kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên li ser Efrînê projeya netewa demokratîk û azadiya gelan hedef digire û hat gotin ku ji bo Efrîn bê rizgarkirin dê têkoşîn bê mezinkirin.    Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.