Kampanyaya ji bo Leyla Guven hat destpêkirin di rojevê de cihê xwe girt 2018-09-22 10:20:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Leyla Guven a ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de Parlmentera HDP'ê ya Colemêrgê hat hilbijartin kampanyaya "#Ji bo Leyla Guven azadî" di rojeva Tirkiyeyê de cihê xwe girtin.    Piştî ku Parlementerê CHP'ê Enis Berberoglu hat tehliyekirin şûnde, ji bo Leyla Guven jî li ser medyaya civakî kampanyaya "#Ji bo Leyla Guven azadî" hat destpêkirin. Kampayaya ji bo Leyla Guven di demek kurt de di rojeve Tirkiyeyê de cihê xwe girt.    Hinek twetên ku ji bo piştgiriya kampanyayê hat parvekirin wiha ye:   "*Serpil Kemalbay@SerpilKemalbay: Divê rêzdarî li dijî îradeya gel bê nîşandan, #Ji bo Leyla Guven azadî   *DBP@DBP_Navenda Giştî:Leyla Guven a ku ji bo parastina mafên mirovan û aştiyê dixebite dê dîsa bibêje aştî. Ya ku sûc e ne parastina aştiyê ye, gurkirina şer e. #Ji bo Leyla Guven azadî   *Nurcan Baysal@baysal_nurcan : #Em ji bo Leyla Guven azadiyê dixwazin.    *Remziye Tosun@RemziyeTosunHDP: Heta ku rêhevalên me azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. #Ji bo Leyla Guven azadî, #Ji bo Figen Yuksekdag azadî, #Ji bo Sebahat Tuncel azadî.   *Ayşe Acar Başaran@ayseacar_b: Em wekî jinên ku li dijî zihniyeta mêr a desthilatdar ku îradeya jinê tune dihesibîne diqêrin û dibêjin #Ji bo Leyla Guven azadî.   * FERHAT TUNÇ@ferhatttunc: Heger Parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu hat tehliyekirin divê ev yek ji bo Leyla Guven jî bê kirin. Heger zagonek bêalî û azad be divê Leyla Guven jî bê tehliyekirin. #Ji bo Leyla Guven azadî.   *Murat Çepni@MuratCepniHDP: Divê Leyla Guven bihata tehliyekirin lê hîn tê girtin. #Ji bo Leyla Guven azadî."