Li giravan îşkenceya li hespan tê kirin 2018-09-22 10:11:20   STENBOL - Ji ber bikaranîna faytonan her roj hesp tên kuştin. Mirovên ku li Girava Mezin dijîn gotin ku divê ev îşkenceya li hespan tê kirin êdî bi dawî bibe.    Li gor rapora Komiteya Şopandina Mafên Mirovan (HAKIM) a ku di 2017'an de hat amadekirin li tevahî giravan 272 fayton hene û 1540 hesp ji bo van faytonan bixebitîne bi îşkenceyê rû bi rû dimîne. Li gor daneyên fermî di nava salekê de 400 hest ji ber qezayên faytonan an jî ji ber ku baş li wan nanêrin jiyana xwe ji dest didin. Hespên ku emrê wan 20 sal e ji ber faytonan dadikeve 2 salan. Li Girava Mezin 230 fayton hene.   'Hespên ku temenê wan 20 sal e ji ber faytonê di nava  2 salan de dimirin'   Solmaz Karayel anî ziman ku ew ji 1970'î heta niha li giravan dijî û got:"Her ku qemçiyekê li hespan dixin em dibêjin qey ew qemçî li me jî dikeve. Hespên ku temenê wan 20 sal e ji ber faytonê di nava  2 salan de dimirin. Edî bes e bila hikumet dawî li vê yekê bîne. Ji bo muşterî zêde werin hesp zêde tên qemçîkirin. Lingên hespan jî dişikê. Nal jî naxin lingên wan. Em li dijî vê zilmê disekinin."   'Divê kesek li faytonan siwar nebe da ku ev yek ji holê rabe'   Arzu Serter jî wiha got:"Divê em hemû li dijî vê sîstema koletiye derkevin. Divê kesek li faytonan siwar nebe da ku ev yek ji holê rabe."   'Di bin navê nostaljiyê de ajalan diçewisînin'   Gulay Tanriverdî jî diyar kir ku di bin navê nostaljiyê de ajal tên çewisandin û got ku divê ev îşkenceya ku li hespan tê kirin demildest bi dawî bibe.    Her wiha Gulay Gorur jî bi lêv kir ku hespên ku ji bo faytonê tên xebitandin heta ku dimirin wan dide xebitandin û ajalên ku dimirin jî divajên ser rê û got divê hemû kes li dijî vê îşkenceyê derkeve.