'Em ji Efrînê nereviyan ji bo zarok neyên kuştin em derketin' 2018-09-22 09:02:21   Îlham Eloso   KOBANÊ - Dayika ku ji Efrînê û niha li Kantona Kobanê bi cih bûye diyar kir ku derketina gel a ji Efrînê ne rev e û ew ji bo ku zarok neyên kuştin ji Efrînê derketine. Her wiha jinên ku tevli meşa li Kobanê jî bûn diyar kirin ku ew çawa li Kobanê vegeriyane ewê wiha li Efrînê jî vegerin.   Dayika bi navê Fadiya Nûrî ku ji Efrînê ji navçeya Racyoyê ye di berxwedana serdemê de ji ber qetlîamên ku hatin kirin derketiye. Ew dayika ku li gorî nûçeyên çapemeniya tirk hat îdakirin ku hatiye kuştin niha li Kobanê dijî. Fadiya diyar kir ku ew îro bi serbilindî li Kobanê dijî û ew ê di demek gelek nêz de bi rizgarkirina Efrînê re biçe Efrînê.   Fadiya di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji Efrînê derketin me berê xwe da Kobanê û em bi gelê Kobanê re di nava tevger û çalakiyan de ne. Dewleta tirk a  li Kobanê têk çû, li Reqqa, Minbicê û Şengalê ket û wê li Efrînê jî têk biçe. Em ji ber zilmê derketin û me ji bo Efrînê bi sedan şehîd dan. Lê ew nayê wê wateyê ku em ê venegerin. Berxwedana me berdewam dike bila dewleta tirk vê baş bizanibe."    'Em têk naçin û her bi ser dikevin'   Fadiya destnîşan kir ku gelê kurd xwedî fikireke azad e û serkeftî ye û wiha got:" Em ji bo rizgarkirina Efrînê, ji bo axa xwe gavkê paşde navêjin. Em ê bi ser bikevin. Meşa ku herî dawî li Kobanê hat kirin jî ev yek piştrast kir."   Fadiyayê kuştina zarokan a li ber çavên cîhanê û bêdengiya cîhanê jî şermezar kir û got êdî ji pêkanînên Tirkiyeyê re bes e.   'Em çawa vegeriyan Kobanê em ê wiha vegerin Efrînê'   Jinên ku tevlî meşa li Kobanê ya ji bo Efrînê hat lidarixistin jî bûn bertek nîşanî dagirkirina Efrînê dan û gotin ku ew çawa vegeriyane Kobabê ew ê wiha jî  vegerin Efrînê.   Jina bi navê Fatima Berkel wiha got:" Em ê hemû dayik ji bo Efrînê têbikoşin. Me çawa Kobanê rizgar kir em ê Efrînê jî wiha rizgar bikin. Em ê heta dawî li dijî dagirkeriya tirk li ber xwe bidin.  Wekî ku em îro ji 7 salî heta 70'ê salî daketin qadan em ê wiha jî li ber xwe bidin. Bila Erdogan baş bizanibe ku em ê li Efrînê li ber xwe bidin."   'Ferqa Kobanê û Efînê ji hev tune ye'   Jina bi navê Emîna Ebas jî ku bertek nîşanî dagirkirina Efrînê da diyar kir ku bi hezaran gelê Kobanê li pişt Efrînê ye û wiha dest bi axaftina xwe kir:" Bila dewleta tirk baş bizanbe ku Efrînê Kobanê ye, Kobanê jî Efrîn e û tu cudahiya wan ji hev tune ye. Îro li Efrînê bi destê Tirkiye û komên wê li Efrînê qetlîam berdewam dikin. Em destdirêjiya Erdogan a li dijî zarokan û  jinan şermezar dikin. Em di riya şehîdên xwe de ne. Em bihustek axa xwe jî nadin Tirkiyeyê."   Emîna Ebas wiha dawî li axaftina xwe anî:" Dema ku li Kobanê jinê di nav lepên çeteyên DAIŞ'ê de digot bijî serok Apo, ew dirûşim ne  vala dihat gotin. Em kurd ne aramî û ne xew li me heye. Ji bo xwîna şehîdan heta dawî em ê li ser piyan bin û li ber xwe bidin."