Cezayê dîsîplînê ji Abdullah Ocalan re hat dayîn 2018-09-21 15:57:32   STENBOL - Serlêdana hevdînê ya malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê, ji aliyê Desteya Dîsîplîna Midûryeta Saziya Înfaza Cezayê Ewlekariya Bilind Tîpa F a Îmraliyê ve bi hinceta cezayê dîsîplînê yê di 14’ê Îlona 2018’an de ji bo Ocalan hat dayîn, hat redkirin.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi navbeynkariya parêzerên xwe cara 94’emîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û serlêdana wan hat redkirin.    Hincet hat guhertin    Dozger heya niha bi hinceta Qanûna Hêjmara 5275'an serlêdan red dikir, lê vê carê bi hinceta cezayê dîsîplînê yê ji bo Abdullah Ocalan hatiye dayîn, serlêdan red kir. Dozger bi hinceta cezayê dîsîplînê yê di 14’ê Îlona 2018’an de li Abdullah  Ocalan hat birin, serlêdana malbatê red kir. Ceza ji malbt û parêzeran re nehat ragihandin.   Herwiha serlêdana hevdîtinê ya ji bo girtiyên li Îmraliyê ya birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Asaln ên bi navbeynkariya parêzerên xwe kirin jî bi heman hincetê hat redkirin.    Dozger, 93 caran serlêdanên malbatan bi hincetên “Koster xerabiye”, “Kêştî di tamîrê deye”, “Rewşa hewayê”, “Sînordariyên di çarçeoveya KHK’ê anîn” û “OHAL’ê” red kirin.