Di panzera ku bû sedema kuştinê de pirsgirêka teknîkî nehat dîtin 2018-09-21 11:54:27   ŞIRNEX – Li Silopiyayê polîsan bi panzêrê ketin mala malbata mala malbata birayên hev  Muhammet û Fûrkan Yildirim  û ew kuştibûn. Di çarçoveya doza ku hat vekirin de, di keşfa li cihê bûyerê de hat tespîtkirin ku di dîreksiyon û frênê panzêrê de tu pirsgirêk tune ye. Dê mirovên pêzan çend roj şûn de raporeke berfireh amade bikin û hat ragihandin ku  wê rapor li dosyaya dozê ku daneşîna wê ya 5'emîn  di 25'ê cotmehê de ye jî bê zêdekirin.   Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, di 3'yê Gulana 2017'an de panzêra polîsan ketibû mala malbata Muhammet û Fûrkan Yildirim û di ketinê de birayên hev Muhammet (7) û Fûrkan Yildirim (6) di bin panzêrê de mabûn û miribûn. Paşê der barê bûyerê de doz hat vekirin û di çarçoveya dozê de li cihê bûyerê keşf hat kirin û li ser panzêr jî lêkolîn hat kirin.    Li gorî nûçeya di Ajansa Mezopotamya (MA) de hat weşandin, di "Zebta Keşfkirinê" ya hat amadekirin de, ji bo panzêra ku herdu birayên hev di bin de man û mirin, ev tişt hatin gotin: "Ji bo xebitandinê, rawestandin û çûyînê hin tespît hatin kirin. Dema wesayît dixebite di firênê wê de tu prisgirêk tune ne û dîroksiyonê wê jî bi rihetî manewrayê dike. Her wiha di dema rawestandinê de jî pêl milên wesayîtê yên vekirin-girtinê yên stopê hatine kirin, lê wesayît îstop nekiriye. Lê belê bi mudaxileyeke xarîcî hatiye îstopkirin. Dema wesayît di vê rewşê de be, li cihekî hevrazî vitês li valahiyê bê eyarkirin, pêl firên bê kirin wesayît disekine."    Dê kesê pêzan di rojên pêş de der barê wesayîtê de û bûyerê de raporeke berfireh amade bike û tê payîn ku di danişîna 5'emîn a dozê de ku wê di 25'ê Cotmehê de pêk bê cih bigire.