Wê ji bo tehliyekirina Leyla Guven serlêdan bê kirin 2018-09-21 11:42:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Parlamenterê CHP'ê û Rojnameger Enis Berberoglu, serbest hat berdan, parêzerên Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dê îro serî li Dadgeha Bilind bidin.    Dadgeha Bilind ji bo Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu yê di çarçoveya doza TIR’ên MÎT’ê de ceza lê hat birîn, biryara berdanê da. Dadgeha Bilind, bi hinceta Enîs Berberoglu ji Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Stenbolê dîmenên TIR’ên MÎT’ê ji bo Can Durdar birine, 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê erê kir. Lê Dadgeha Bilind, biryara heya parlamenteriya Berberoglu bi dawî bibe, cezayê wî bê taloqkirin da. Piştî biryarê Enîs Berberoglu ji Girtigeha Maltepe derket.  Piştî Enîs Berberoglu, çav zîvirîn ser parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven. Parêzerên Leylayê dê îro ji bo wê serî li dadgeha bilind bikin.