Li Kobanê salvegera PYD’ê hat pîrozkirin 2018-09-21 10:23:52   KOBANÊ - PYD'ê  bi boneya 15'emîn Salvegera damezrandina xwe  li Kobanê bi dirûşma " Bi rihê berxwedana Efrînê em 15'emîn salvegera  damezrandina PYD’ê pîroz dikin" şahî li dar xist.   Bi minasebeta 15'emîn dazmezrandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Kobanê bi dirûşma, " Bi rihê berxwedana Efrînê em 15'emîn damezrandina PYD’ê pîroz dikin" şahiyek hat lidarxistin.   Şahiya ku li Qada Şehîd Egît bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin, bi dehan endamên rêveberiya Xweseriya Demokarîk ya herêma Firatê, endamên PYD’ê û hevserokên wê yên giştî, Kongreya Star û bi sedan welatiyên Kantona Kobanê amedebû. Herwiha qada ku şahî lê hat lidarxistin bi wêneyên rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PYD’ê hat xemilandin.   Piştî rêzgirtinê hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen axivî û wiha got: " Wê PYD’ê têkoşîna xwe bi rihê berxwedana serdemê  heta azadiya Efrînê, Kurdistanê û heta avakirina Sûriyeke demokratîk berdewam bike.    Hevseroka PYD’ê Ayşa Hiso jî di axaftina xwe de soz da şehîd û malbatên şehîdan  û gel ku wê PYD  her tim amede be  ku Efrîn rizgar bibe.    Piştre koma Botan ya stranan û koma Sînan ya govendê ku yên çand û hûnera Baqî Xido ne, hunera xwe pêşkêş kirin.   Herî dawî jî stranbêj Hisên Xanî  stranên govendê gotin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.