Ji malbatên girtiya banga mezinkirina piştevaniyê 2018-09-21 10:02:25   Bêrîtan Canozer   AMED- Xizmên girtiyan li dijî îşkence û binpêkirinan bang kirin û gotin: “Girtî li hundir li ber xwe didin, em malbatên wan jî divê zêdetir xwe rêxistin bikin û li dijî van êrîşan têkoşînê mezin bikin.”   Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya sala 2017’an li girtîgehan 224 hezar û 878 girtî hene. Tê zanîn ku ji van 9 hezar û 733 jin in, hezar zarok jî bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin. Di koxuşê 12 kesî de 30 kes dimînin û di koxuşê 20 kesî de jî 55 kes dimînin. Di nav girtiyan de bi sedan girtiyên nexweş û kal û pîr jî hene.   Li Xerpêt, Tarsus û Wanê binpêkirin di asta herî jor de ne   Girtiyên dixwazin mafên xwe bi kar bînin her tim rastî şîdeta cenderme û gardiyanan tên. Bi ser koxuşan de digirin û rojname, lênûsk û pênûsên wan tên desteserkirin. Bi taybet li girtîgeha Xerpêt, Tarsus û Wanê binpêkirin gihiştine asta herî jor.   Înfaza girtiyên sê cezayên wan yên hucreyê hebe tê şewitandin   Li girtîgeha Xerpêtê li odeyên girtiyan kamera hatine bicihkirin. Girtiyên li dijî vê dertên rastî cezayên hucreyê tên. Girtî nayên berdan û mafê wan yê dermankirinê jî tê binpêkirin. Girtiyên ku sê cezayên hucreyê girtibin înfaza wan tê şewitandin. Ji ber cezayên ragîhandinê jî, girtî rastî qedexeyên hevdîtinên telefon, name û hevdîtinên vekirî tên. Girtiyên bi kelepçê dermankirinê qebûl nakin jî ji mafê dermankirinê fêdeyê nagirin.   ‘Divê malbat zêdetir xwe rêxistin bikin’   Bahar Yildiz bi lêv kir ku wek malbatên girtiyan divê her kes destê xwe bike bin kevir û wiha pê de çû: “Girtî li hundir li ber xwe didin. Em dema diçin hevdîtinê vê bi çavên xwe dibînin. Em zextên li ser wan dibînin. Dermanên nexweşan nayê dyîn. An jî bi mehan şûnde didinê. Em malbat divê dengê xwe bilindtir bikin. Divê malbat xwe rêxistin bikin.”   Melek Başkale jî ev tişt anî ziman: “Girtî li dijî şertên giran berxwe didin. Ez ji Rihayê çûm Stenbolê hevdîtina birayê xwe. Bi sedan malbatên wek min hene. Em hîna neketine salona hevdîtinê rastî zextan tên. Bi saetan me didin sekinandin. Di tiştekî biçûk de em rastî êrîş û tacîza gotinî tên. Ji me re dibêjin xizmên terorîst. Hevdîtinên girtî berê saetek bû. lê niha bûye 35,40 deqe. Hîna gelek zextên din hene. Lê çi dikin bila bikin nikarin bi me serî bidin tewandin. Em li derve û girtî jî wê li hundir zextan vala derxînin.”