Velî-Der: Perwerde vguehrî pergalek bi pere û paşverû 2018-09-21 09:56:19   ÎZMÎR- Sala perwerdehiyê ya nû di bin siya krîza aborî de dest pê kir û endamên Velî-Der’ê diyar kirin ku perwerdeyî ji mafekî cemawerî derketiye û bûye pergalek bi pere, zayendperest û paşverû.   Sala perwerdehiyê ya 2018-2019’an dest pê kir û îsal li pirsgirêkên perwerdehiyê, krîza aborî jî zêde bû. Endamên Komeleya Malbatên Xwendekaran (Velî-Der) diyar kirin ku krîza aborî wê hem di navbera dibistanan û hem jî di dibistanê de rê li ber cudahiyan vebike.   ‘Perwerde ji mafê cemawerî derxistin’   Mamosteya teqawî Hatîce Yagiz got wezaret bi armanca dibistanên taybet teşwîqb ike, serî xwendekaran pere dide û perwerde ji mafekî cemawerî derxistine û kirine bazirganî. Hatîcê bi lêv kir ku bi taybet xwendekarên li lîseyê nayên bicihkirin, berê wan didin lîseyên taybet.   ‘Divê pereyê xwarinê dewlet bide’   Hatîceyê daxuyakirin ku li dibistanên ku tam roje dewlet xizmeta xwarinê nade û ligel vê bi bilindbûna dolar re bihayên kaxiz, lênûsk û pirtûkan jî zêde bûne. Hatîceyê balkişand ser yek reng formayên dibistanê û got ev ferzkirin jî sektorek rantê diafirîne.    Seroka Lijneya Rêveberiya Velî-Der a Bucayê Gulsen Candemîr jî wiha got: “Wezareta Perwerdê hewl dide perwerda tevlihev rake. Mixabin zarokên keç û kur ligel hev, dîtin bigumane ji bo wan. Dixwazin zarokan ji hev veqetînin. Ez zîhniyeta paşverû wek astek nû dertê pêşberî me.”