Bi pêşketina jinê civak pêş dikeve 2018-09-21 09:10:01   Dîlber Mihemed   SERÊKANIYÊ- Rêvebera Aboriya Jinê ya Beşa Bazirganiyê a Serêkaniyê  Sena Biro, anî ziman ku ji bo jin û civak di warê aboriyê de pêş bikeve divê jin di her qadê de xwe pêş bixin."   Rêvebera Aboriya Jinê ya Beşa Bazirganiyê ya Serêkaniyê Sena Biro kar û xebata xwe nirxand û wiha got: "Çandinî bi jinê Bi jinê hatiye destpêkirin, ji ber wê nêrîneke jinê ya cuda heye di kar û xebatên me de. Jinan bi tevlibûneke xurt di nav Aboriye Xeser de ya Giştî de cih git û beşên cuda cuda ava kirin.     Senayê di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Jinan di beşên wekî bazirgaiyê yên di nava aboriya jinê a xweser  de jî hêza xwe dan îspatkirin.  Kooperatîfên ku me ava kirin bi tevalîbûna gelek jinan bi ser ketin. Di demên pêşde jî em ê kooperatîfên xwe bi tevlibûneke jinan a zêdetir berfirehtir bikiin û em ê aboriya jinan geşt bikin."    Senayê wiha axafitna xwe bi dawî kir:" Jin bi fikra xwe dikare heta asteke bilind civakê pêş bixe,  her jin dikare cihê xwe di nava kooperatîfên me de bigre."