Mûsa Anter li cihê hat qetilkirin hat bibîranîn 2018-09-20 14:43:39   AMED - Rojnameger û nîvskarê kurd Mûsa Anter ê ku di 20'ê Îlona 1992'yan de hat qetilkirin, di 26'emîn salvegera qetilkirina xwe de li Seyrantepeya Yenîşehira Amedê, li cihê lê hat qetilkirin ji aliyê rojnamegeran ve hat bibîranîn.   Rojnameger û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk, Rewşenbirê kurd û rojnameger û nivîskar Musa Anter li cihê ku 26 sal berê di 20'ê Îlona 1992'an de hat kuştin li Seyrantepeya Yenîşehira Amedê bi bîr anîn.  Hempîşe û xebatkarên Çapemeniya Azad li gel siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî li ber birdariya Musa Anter ku cihê lê hatiye kuştin ew bi bîr anîn. Di pêşengiya Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad de koma rojnamegeran û nûnerên rêxistinên demokratîk de bîranin pêk pêk hat. Di bernameyê de Parlamenterên HDP'ê, nûnerên KCD'ê, endam û rêveberên HDP û DBP'ê û gelek rojnameger amade bûn.    'Ji wêneyan jî ditirsin'   Di bernameya bîranînê de polîsan destûr nedan ku xebatkarên çapeneyiê ji bilî wêneyên Musa Anter wêneyên rojnamegerên din ên hatine kuştin rakin.Ji ber vê yekê di navbera polîs û parlamenteran de niqaş derket. Lê ji ber polîsan gef xwarin, rojnaemgeran ji bo helwesta polîsan şermezar bikin, pişta wêneyean da polisan û meşa xwe berdewam kirin.    Di bernameyê de parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz, diyar kir ku di şertê OHAL'ê de jî wêne radikirin, lê niha tevî ku OHAL rabûye nikarin wêneyekî rakin. Aydenîz, bertek nişanî helwesta polîsan da û şermezar kir. Aydenîz wiha got: "êdî ji wêneyan jî ditirsin. Di serdema OHAL'ê de me dikaribû wêne rakirina. Lê niha OHAL rabûye jî dîsa destûr nadin ku em wêneyên xwe rakin. Em ji bo li pêşeroja welatê xwe xwedî derkevin em li rojnamegeran xwedî derdikevin. Her çiqas Rewşa Awarte hebe jî em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta kujerê Apê Musa bê dîtin û darizandin em dê têkoşina xwe ya li Kurdistanê berdewam bikin."    'Dê berxwedana me bidome'   Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan ji bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: "Em ji bo demokrasiyê têdikoşin. Ne fîkandin û ne jî axaftina kurdî sûc e. Mudaxaleyî bîranînê dikin. Li vî welatî pêdivî bi nerînên Apê Musa heye. Em rojnameger in. Tenê gotina em bêjin heye. Pênûs, wênekêş û kamera me heye. Rêya ku Apê Musa têde meşiya emê berdewam bikin. Rêya Apê Mûsa Rêya me ye."    Rojnamegeran piştre ji bo Musa Anter li ser gora wî bi bîr bîne berê xwe dan Gundê Stilîlê yê Nisêbîna Mêrdînê.