Derbarê windabûna Sedanurê de kesek hat girtin 2018-09-20 11:08:01   QERS - Li navçeya Kaxizman li gundê Pasli derbarê windabûna zaroka 9 salî Sedanur Guzel de  mêrê bi navê E.B. ku hatibû binçavkirin piştî derxistin dadgehê hat girtin.   E.B.yê ku duh bi îdaya tevli bûyera windabûna Sedanur Guzel bûye hat binçavkirin piştî derxistin dadgehê hat girtin. Sedanura 9 salî li gel hemû hewldanan ên lêgerînê hîna nehatiye dîtin.